Songul Ozgun a li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hat definkirin

  • 08:46 28 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Songul Ozgun a li herêma Omeryana Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da piştî malbata wê çû Mêrdînê û cenazeyê wê teşhîs kir şûnde anîn Amedê û li vir hat definkirin. 
 
Di 22'yê Cotmehê de piştî operasyona herêma Omeryanê ya Mêrdînê li dijî HPG'yiyan hat destpêkirin şûnde ji aliyê walîtiyê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di roja çaremîn a operasyonê de ango di 25'ê Cotmehê de li Qurdisê di navbera HPG'yî û polîsan pevçûnê rû da. Di pevçûnê de Songul Ozgun (Ruken) a YJA STAR'î birîndar bû û HPG'yîyek ê navê wî nehat hînbûn jî jiyana xwe ji dest da. Do cenazeyê Songulê û HPG'yî yê jiyana xwe ji dest da birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
 
Malbata Songulê do ji bo teşhîskirina cenaze çû  Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malbata serê sibehê çû ber nexweşxaneyê heta êvarî dan sekinandin û piştî teşhîsê malbatê cenaze girt. Malbatê cenaze anî Amedê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Songulê li Goristana Yenikoyê hat definkirin.