DAKAP: Ayşe Gokkan ne bi tenê ye

  • 18:52 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - DAKAP derbarê ceza dayîna Ayşe Gokkan de daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Ayşe Gokkan ne bi tenê ye."
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) derbarê ceza dayîna Ayşe Gokkan de li Parka Koşuyolu ya Rêzana Amedê  daxuyanyek dan çapeniyê. Pêkhateyên platformê û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha jinan pankarta "Têkoşîna jinan nayê darizandin" vekirin. Her wiha dovîzên wekî "Bila Ayşe Gokkan serbest bê berdan", " Ayşe Gokkan ne bi tenê ye", "Em dev ji mafên xwe bernadin" û "Jin jiyan azadî" wergirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevka Demê ya Platformê Çagla Îzcî ve hat xwendin.
 
Çagla diyar kir ku cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn polîtîkaya tolhildêr a li dijî têkoşîna jinan e û wiha axivî: " Armanc ew e ku jinên kurd û hemû jinên Tirkiyeyî yên li dijî fûhûş, destdirêjî, polîtîkayên dewletê derdikevin bên çewisandin. Lê belê li hemberê wan polîtîkayên dijminane jin têkoşîna xwe mezin dikin."
 
Çagla berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Em Ayşeyê nas dikin û dizanin. Em dizanin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernade. Hem li hundir û hem jî derve dê têkoşîna xwe bidomîne. Ayşe Gokkan bi salane bi israrî û biryardarî ji têkoşîna jinan re pêşengtî kiriye. Her ku zext zêde bûn, berxwedan û biryardariya wê zêde bû û feraseta xwe ya wekhevî û azadiyê li her qada jiyanê nîşan da. Li rê, kolanê, malê, dema ku siyasetê dike an jî dinivîsîne, felsefeya jina azad bi şêwaza xwe ya jiyanê pêk aniye."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Ayşe Gokkan ne bi tenê ye" bi dawî bû.