23 roj in li benda cenazeyên zarokên xwe ne

  • 15:44 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên ku ji Tirbespiyê hatin bi Dayikên Aştiyê re îro berê xwe da dergehê Sêmalka û beşdarî çalakiyê bûn û banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin. 
 
Di 28-29'ê tebaxê de li Herêma Federal a Kurdistanê 5 HPG’yî li Xelîfanê di encama kemîna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jiyana xwe ji dest dan. Dayikên ku ji bo cenazeyên xwe bigirin 23 roj in li deriye Sêmalka yê li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê konvedan. Dayikan ji PDK’ê daxwaze cenazeyên zarokên xwe dikin.
 
Îro dayikên ku ji navçeya Tirbespiyê hatin bi Dayikên Aştiyê re berê xwe da dergehê Sêmalka û beşdarî çalakiya konvedanê bûn û banga radestkirina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kirin.