Nasnameya şervana YJA STAR'î eşkere bû

  • 14:31 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Nasnameya şervana YJA STAR'î ya ku di operesyona Omeriyan de bi birîndarî hat girtin şûnde hat înfazkirin diyar bû. Navê şervana YJA STAR'î  Songul Ozgun (Rûken) e. Malbatê cenaze teşhîs kir û li benda biryara dozger e.
 
Di navbera 22-26'ê Cotmehê de li Gundê Qurdîsê yê li herêma Omeriyanê operasyon hat destpêkirin. Nasnameya şervana YJA STAR'î ya ku di operesyona Omeriyan de bi birîndarî hat girtin şûnde hat înfazkirin diyar bû. Navê şervana YJA STAR'î  Songul Ozgun (Rûken) e. 
 
Malbata Songul Ozgun (Rûken) ji bo cenazeyê xwe bigirin ji Amedê hatin Mêrdînê. Malbatê piştî karê dadgehê qedand şûnde cenazeyê ku li Morga Nexweşxaneya Mêrdînê tê girtin teşhîs kir û li benda biryara serdozgeriyê ye. 
 
Nasnameya HPG'yîyê hat îdiakirin bi îşkenceyê hatiye înfazkirin, hîna eşkere nebûye.