Nobeta Edaletê di roja 233'yan de ye

  • 12:36 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên di roja 233'yan de Nobeta Edaletê didomînin wiha gotin:"Di bingeha rewşa ne baş a Tirkiyeyê ya di her qadê de bêedaletî heye."
 
Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de li Pirsûsê winda kirin, di roja 233'yan de çalakiya Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê berdewam dikin.
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parve kir:"Di bingeha rewşa ne baş a Tirkiyeyê ya di her qadê de bêedaletî heye. Bi hêviya em vegerin dewleta hiqûqê li ber edliyeyê serhildana me di roja 233'yan de didome. HEQ! HIQÛQ! EDALET!"