Îdiaya înfazê ya li herêma operasyonê

  • 12:20 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku di operasyona Omeriyanê de HPG'yî û YJA STAR'yên ku birîndar bûne hatine înfazkirin. Hat diyarkirin ku navê jina YJA STAR'î ya hat idiakirin hatiye înfazkirin Songul Ozgun (Rûken) e.
 
Di navbera 22-26'ê Cotmehê de li herêma Omeriyanê operesyon hate destpêkirin û ev operasyon do bi dawî bû. Li gorî agahiyên me ji gundiyan girtine hat gotin HPG'yî û YJA STAR'yên ku birîndar bûne hatine înfazkirin. Hat gotin berê endama YJA STAR'ê û piştre jî HPG'yî bi îşkenceyê hatine înfazkirin. Hat diyarkirin ku navê jina YJA STAR'î ya hat idiakirin hatiye înfazkirin Songul Ozgun (Rûken) e.
 
Welatiyên li Gundê Qurdîsê dan zanîn wan qêrînên kêliya îşkenceyê bihîstine lê belê ew nikaribûne ji malên xwe derkevin û ji ber şebekeya wan a telefonê nedihat kişandin wan agahî negirtine.