ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 27 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
 
*Li Mêrdînê ber bi dawiya werza payizê ve dema tiriyê mezrone ye. Ev tirî ji bo çêkirina bastîq û beniyan gelekî baş e. Bi tiriyê mezrone jin çanda kevnare weke her salê zindî dikin. Dema çêkirina dims, bastîq û beniyan e, loma li ser her banî rengê wan dilê mirov xweş dike. DÎMEN HEYE
 
* Jinan tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin ku tecrîd li ser hemû civakê pêk tê û gotin: "Divê em di nokteya hevpar de bên gel hev. " BI DÎMEN 
 
*Bertekên li hemberî îşkenceya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê didome. Malbatên girtiyan da zanîn ku rewşa girtiyan ne baş e û gotin: "Bila derbarê êrişkaran de lêpirsîn bê vekirin. Her wiha divê malbat ji bo girtiyên xwe rabin ser piyan û xwedî li girtiyên xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, derbarê girtiyên ku di Girtîgeha Girtî ya Şirnexê de ji aliyê gardiyanan ve hatin derpkirin li ber avahiya HDP'ê ya navendê dê daxuyaniyê bide. (13.00) BI DÎMEN
 
*Jinên siyasetmedar ên tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya ji aliyê AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê ve hat qebûlkirin nirxandin dan zanîn ew nêteke baş ji vê tezkereyê hêvî nakin û wiha gotin:"Em dizanin nêta vê tezkereyê ne baş e. Heta niha tezkere tim ji bo salekê derdiket. Lê belê ev tezkere du sal e. Ev jî nîşan dide ku ev tezkere di heman demê de ji bo hilbijartinê ye."
 
*Danîşîna 3'yemîn a Osman Çurè yê tecawizê biraziyê xwe Z.Ç kiriye tê dîtin. 
 
*Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, di 2019’an de bi peyamên telefonê li nêzî 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kirbû. Yekemîn daneşîna doza Burak Ercan dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê a Cizîrê bê dîtin.