Faîze û Îbrahîm ên ku xeber ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin

  • 08:27 27 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Faîze û Îbrahîm Dînerên ku di operesyona li Omeriyan hatiye meşandin de xeber ji wan nedihat girtin, hat zanîn ku ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin.
 
 Di operesyonên leşkerî ên navbera 22 – 26’ê cotmehê de li herêma Omeriyan berdewam dikir de Faîze (72) û Îbrahîm (73) Dînler ên ji gûndê Qurdîsê ne xeber ji wan nedihat girtin. Piştî 3 rojan agahî ji wan hate girtin ku di operesyonê de ew jî ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin. Her wiha hat îdiakirin ku dema hatine binçavkirin ji hêla leşkeran ve lêdan xwarine û bi kelepçeya berowajî hatine binçavkirin.