Li Şengalê tecrîd hat şermezarkirin

  • 13:48 26 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê jinan û ciwanan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. 
 
Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) yên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî meşa ji Sînûnê dest pê kir û geliyê Kersê dewam kir bûn. 
 
Piştî meşê li "Baxçeyê Rêbertî" daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tecrîda ji aliyê dewleta tirk ve li ser Abdullah Ocalan tê meşandin di hiqûqa dewleta tirk de jî cih nagire û hat gotin bi tecrîdê hemû civak tê xwestin di tariyê de bê hiştin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişên li ser êzidiyan jî bi tecrîdê ve girêdayî ne û hat gotin dê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome.