7 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin: 148 serlêdan

  • 09:01 24 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Nişmiye Guler 
 
STENBOL - Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome, tevî hemû hewldan û bertekan 7 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Parêzeran ji 25’ê Adarê û vir de 148 serlêdanên hevdîtinê kirin lê hemû bê bersiv hatin hiştin.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sale bê navber didome. Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş sewqî girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hatibûn kirin û bi rêberê PKK’ê re girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû lê ev jî nîvco mabû.
 
Abdullah Ocalan: Dewlet lîstika şaş dilîze
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe re wiha gotibû: “Ev ne tiştekî rast e. Ger ku hevdîtinek dibe divê di çarçoveya hiqûqî de be. Salek şûnde li ser daxwazên xwe hevdîtinek telefonê nabe. Ev tişta tê kirin şaş e. Dewlet lîstika şaş dilîze, hûn jî. Ev ne hiqûq e, ne rast e. Ev  tu car nayê qebûlkirin. Ev di heman demê de xeter e. Gelo hûn dizanin hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vir û hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk wê di pêşerojê de çi bibe? Ev pirsgirêk ancax di çarçoveya hiqûqî de dikare bê çareserkirin. Çima nayên vir? Ger ku hevdîtinek bê kirin jî divê bi parêzeran re be. Ji ber ev rewş hem siyasî û hem jî hiqûqî ye.”
 
7 meh in agahî jê nayê girtin 
 
Di ser hevdîtina telefonê de 7 meh derbas bû, ne ji Abdullah Ocalan ne jî ji girtiyên ligel wî agahî nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran jî bê encam dimînin.
 
Cezayên dîsîplînê meha Adarê de bi dawî bû
 
Abdullah Ocalan di 2009’an de ligel parastina xwe ya ku şandibû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME)  nexşerê jî amade kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ev kir hincet û di 23’ê îlona 2020’an de 6 mehan qedexeya hevdîtina parêzer anî bû. Di Çileyê 2021’ê de cezayek dîsîplînê ya din dabûnê. Qedexeya di îlona 2020’î de hatibû dayîn, di 23’ê Adarê de bi dawî bûbû. Tevî vê serlêdan bê bersiv dimînin. Abdullah Ocalan mafê hevdîtina telefonê jî heta îro du caran bi malbatê re pêk anî. Ya dawî jî 25’ê Adarê de pêk hat.
 
148 serlêdan bê encam ma
 
Piştî 25’ê Adarê parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin, serlêdanê xwe zêde kirin, lê dozgeriyê ne bersivek erênî ne jî ya neyînî da. Parêzeran ji 25’ê Adarê heta niha 122 caran, malbatê jî 26 caran serlêdan kirin.
 
Serî li midûriyeta girtîgehê jî hat dayîn 
 
Parêzeran ji 17’ê îlonê şûnde ligel serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê dan. Lê ev hewldana parêzeran jî bê encam ma.
 
Ji bo Komîteya Wezîran serlêdan
 
Di vê pêvajoyê de ligel Buroya Hiqûqê ya Asrin, saziyên civaka sivîl jî rewşa Abdullah Ocalan girtin rojeva xwe. Ji bo Abdullah Ocalan di 26’ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa hat dayîn. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ligel Lîderê PKK’ê, ji bo Hatayî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan yên rastî heman cezayê hatibûn, serlêdan kirin û  diyar kirin ku mafê hêviyê hatiye binpêkirin, divê balê bikşînin ser tecrîda Îmraliyê û  gotin divê konsey vê lezgîn bigire rojeva xwe.
 
Tirkiyeyê îdia kir ku li Îmraliyê dijhiqûqî tune ye
 
Tirkiyeyê di 7’ê îlonê de bersiv da STO’yan. Tirkiyeyê tespît û pêşniyar ji nedîtîve hat û  îdia kir ku li Îmraliyê dijhiqûqî nayê jiyîn.
 
Ji STO’yan bo Tirkiyeyê bersiv
 
Li ser vê STO’yan di serê meha cotmehê de bersiv da îdiayên Tirkiyeyê û hinek pêşniyar kir. STO’yan ji komîteyê re agahiya ku ‘Tirkiyeyê agahiyên rast nedaye û tecrîdê dimeşîne’ ragihand.
 
Komîteya wezîran serlêdan kir rojeva xwe
 
Komîteya Wezîran di rûniştina mijdarê de biryar da ku ‘rejîma girtibûna muebeta giran’ ya Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan bigirin rojeva xwe.
 
Ji bo sê girtiyan serlêdan
 
Parêzerên buroya Hiqûqa Asrin, li dijî tecrîda Îmraliyê hewldanên xwe yên hiqûqî berdewam kir. Parêzeran di meha Kanûna 2020’an de serî li Dadgeha Cezaya Giran û Dadgeriya înfaza Bursayê dan. Parêzeran di serlêdana ji bo Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî de kiribûn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin. Li ser vê parêzeran di 22-24’ê îlonê de ji bo sê muwekîlan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Hîna jî  serlêdan nehatiye  bersivandin.
 
Gel dibêjin ‘dema azadiyê ye’
 
Gelê kurd û dostên kurdan jî li her derê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê ne. Ji Herêma Federal a Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Tirkiyeyê heta Ewropayê gel li dijî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan çalakî û kampanyayan pêk tînin û dibêjin ‘dem dema azadiyê ye’.
 
Girtî ketin grevê
 
Li girtîgehan jî girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyan di 12’ê îlonê de di roja 290’î de dawî li çalakiya xwe anîn û gotin wê bi awayên din têkoşînên xwe bidomînin.
 
Li Ewropa çalakî 
 
Li bajarê Strasbourg a Fransayê jî di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya hatibû destpêkirin ket sala 10’emîn. ‘Nobeta Azadiyê’ her hefte ji aliyê komên cuda ve dewr tê girtin û heta îro bi hezaran îmze û belge ji konseya Ewropayê re hat pêşkêşkirin.
 
Di meha îlonê de li Îtalyayê Şaredariya Rîgnano Flamînîo, ‘Xelata Welatiya Rumetî’ da Abdullah Ocalan.
 
Li ser çapemeniya civakî kampanya
 
Di 9’ê cotmehê salvegera komployê de Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê li ser platformên civakî bi etîketa ‘wê azadî qezenc bike’ kampanya da destpêkirin. Ji 30 welatî 790 siyasetmedar, parlamenter, nivîskar, rojnameger û akademîsyenî piştgirî dan.
 
Tirkiye jî tevî hemû bertek û hewldanên hiqûqî, tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê didomîne.