ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 24 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome, tevî hemû hewldan û bertekan 7 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Parêzeran ji 25’ê Adarê û vir de 148 serlêdanên hevdîtinê kirin lê hemû bê bersiv hatin hiştin.
 
*Îqtîdara ku medya xistiye bin tekela xwe ji bo birêvebirina hişmendiyê argumanên ol, netew, nîjad û zayendê bi kar tîne. Li vir tişta ku divê neyê jibîrkirin jî di birêveberina hişmendiyê de hêza têgehan e. Tegeh hûr bi hûr tên hûnandin û rastiya li ber çavan tên berovajîkirin. 
 
*Parêzer Jiyan Tosun, der barê Garîbe Gezer a li Saziya înfaza Cezaya Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê şîdet, îşkence lê hat kirin û gardiyanan tecawizî wê kiribûn de axivî û got: “Gardiyanên jin tecawizî Garîbeyê dikin û tevî serê wê xwîn dibe jî, ji aliyê bijîşkan ve nayê dermankirin. Garîbeyê ji me daxwaz kir ku tiştên jiyaye bê  bihîstin.”
 DÎMEN HEYE
 
*Li Bazara Salîhlîyê jinên xwendekar, karker, esnaf, kedkarên çandiniyê û teqawît ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji ber qeyranê nikarin debarê bikin, berpirsê rewşê desthilatdarî ye. DÎMEN HEYE
 
* Bertek û nerazîbûnên li hemberî ceza dayîna Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan didome. Jinên li Wan û Colemêrgê da zanîn ku cezayê ku hatî dayîn ji bo hemû jinan hatiye dayîn lê divê bê zanîn ku jîn de bi rêxistinî têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. BI DÎMEN
 
* Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya "Bendewariyê bişkînin, jiyanek nû ava bikin" li avahiya HDP'ê ya Silopiyê panel li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN