Bêrîtanê li Mexmûrê hat bibîranîn

  • 16:06 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê rêveberiya Meclîsa Îştarê li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) civînek girseyî ya gel hat lidarxistin. Di civînê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek got: “Em ê bi rihê Bêrîtan û hevalên wê ser bikevin û azadiyê tacîdar bikin.”
 
Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) rêveberiya Meclisa Îştarê li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) civînekî girseyî ya gel hat li dar xist. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê cangoriyan hat destpêkirin. 
 
Di civînê de Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek axivî û wiha got : “Beriya her gotinê ez di şexsê rêheval Bêrîtan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Rêheval Bêrîtan ji bo jina kurd û ji bo gelê kurd xeta jin û civaka azad afirand. Li hember îxanetkar û nûkeran serî netewan û riya azadiyê pejirand. Rêheval Bêrîtan xwedî çanda jina kurd derket. Jina kurd yên weke Zarîfe, Besê, Rindê Xan û jinên xwe li Kelha Dimdimê avêtin.”
 
Xurbet di nava gotinên xwe de bal kişans ser artêşbûyîna jina kurd a ku di şexsê Bêrîtanê de hatiye damezrandin û wiha got:"Çalakî û sekna heval Bêrîtan ji bo hişmendî û pergala baviksalarî bersiva herî mezin bû. Rêheval Bêrîtan bi sekna xwe, fikrên xwe û çalakiya xwe re pergala baviksalarî têk bir. Bi çalakiya rêheval Bêrîtan re gelek guhertinên girîng hatin pêşxistin."
 
Civîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.