ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş

  • 15:58 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku mafê serbestiya bi kontrol ên girtiyên nexweş Yavuz Selîm Burgu û Hakan Gokcan were sepandin. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 372’yemîn de çalakiya heftane li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li dar xist û bi civîna çapemeniyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Li ser navê Înîsiyatîfê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û rewşa girtiyê nexweş Yavuz Selîm Burgu yê li Girtîgeha Kayseriyê ya Tîpa T a Jimara 1’an û girtiyê nexweş Hakan Gokcan ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa E tên ragirtin vegot. 
 
Sevîl got girtiyê nexweş Selîm Burgu ji lingê xwe astengdar e û ji ber nikare li serê bigere rewşa wî giran e. Sevîl destnîşan kir ku ji bo were berdan rapora berdana wî red kiriye dane wî û di raporê de hatiye gotin ku di dikare di girtîgehê de bimîne. 
 
Sevîl bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hakan Gokcan jî û got ji ber ew di sala 2014’an de bi ceryanê ve zeliqî ye milê xwe yê rastê winda kiriye û gelek nexweşînên wî hene û bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de li xwe binêre. 
 
Sevîl da zanîn ku ji ber her du girtî jî nexweş in û astengdar in divê mafê wan ê serbestiya bi kontrol were sepandin û xwest hemû girtiyên nexweş werin berdan.