Tundiya li dijî jinan a di mîtînga Amedê de hat şermezarkirin

  • 15:57 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê li Amedê li dijî tundiya di mîtinga bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya DBP'ê hat lidarxistin de ji aliyê polîsan ve li jinan hat kirin şermezar kir. Jinan gotin tundî nayê qebûlkirin. 
 
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê li Amedê li dijî tundiya di mîtinga bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya DBP'ê hat lidarxistin de ji aliyê polîsan ve li jinan hat kirin şermezar kir. Jinan li dijî tundiyê daxuyanî dan û gotin ew ê li dijî her cureyê tundiyê bisekinin. 
 
'Eê li dijî her cureyê tundiyê bisekinin'
 
Di daxuyaniyê de jinan gotin:"Tundî ji ku derê bê bila bê em ê her li dijî wê bisekinin. Di mîtinga 16'ê Cotmehê ya Amedê de bi hinceta lêgerînê dest li dijî jinê hatiye dirêjkirin. Welatiyên ku li dijî tundiya polîsan derketine jî bi tundiyê rû bi rû mane. Ev tundî nayê qebûlkirin û  em ê li dijî her cureyê tundiyê bisekinin."
 
Her wiha jinan diyar kirin ku ji bo tundî bi dawî bibe ew daxwaza xwe nû dikin û gotin ew ê li dijî tundiyê serî netewînin.