Li aqubeta Cemil Kirbayir ê winda hat pirsîn

  • 15:34 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ku di binçavan de hat windakirin pirsî û xwest kujer werin cezakirin. 
 
Komîsyona Windayan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” çalakiya heftane li dar xist. Endam û rêveberên ÎHD’ê çalakiya xwe li Sumerbanka Berê li dar xistin û pankart vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê îlona 1998’yî dema darbeya leşkerî de hat windakirin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û xwest bila aqûbeta Cemil Kirbayir were eşkerekirin û kujer werin darizandin.