SGDF'ê li dijî biryara doza Pirsûsê pankart vekir

  • 15:24 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Ciwanên SGDF'ê li dijî biryara derbarê doza Komkujiya Pirsûsê de hat dayin pankarta "20'ê Tîrmeha 2015 dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" vekirin û biryar şermezar kirin. 
 
Ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwan a Sosyalîst (SGDF) li dijî biryara derbarê doza Komkujiya Pirsûsê de hat dayin pankarta "20'ê Tîrmeha 2015 dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" vekirin û biryar şermezar kirin. Di doza Komkujiya Pirsûsê de cezayê muebbetê tenê ji bo Yakup Şahin ê girtî hat dayin. Loma ciwanan pankart bi ser pira li Kuçeya Yuzuncu Yil ya Navçeya Çankayayê ya Enqereyê ve darde kirin. 
 
Her wiha SGDF'ê li ser hesabê medyaya dijîtal wiha got:"Em bang li her kesî dikin ku bi me re têkoşîna me mezin bikin û hesabên komkujiyan bipirsin. Heta em neqedin dê ev doz neqede."