Xizmên Windayan li aqubeta Recaî Aydin pirsîn

  • 14:22 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan wekî her hefteyê vê hefteyê jî li aqûbeta Recaî Aydin ê beriya bi 27 salan hatibû windakirin, pirsîn.
 
Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqubeta windayan û kujeran bipirsin di hefteya 663’yemîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. 
 
'Em ê çalakiyên xwe bidomînin'
 
Di çalakiyê de ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku di salên 90’î de hêzên paramîlîter li bakurê Kurdistanê sûcên dijmirovane kirin. Abdullah bal kişand ser wê yekê ku ji wê demê û vir ve dewletê tu hewldanek ji bo eşkerekirina kiryaran nekiriye û diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di van bûyerên ku bûne mijara lêpirsîn û dozê de Tirkiye mehkûm kiriye. Abdullah got ew ê çalakiyên xwe bi xizmên windayan re bidomînin.
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim vê hefteyê çîroka windakirina hekîm ango dixtor li ocaxa tenduristiyê dixebitî Recaî Aydin ê di 2’yê tîrmeha 1994’an de li navçeya Çinara Amedê hat windakirin xwend. Derya diyar kir ku otomobîla Recaî li ser rêya Farqînê, ku rêyek bêdeng e di roja hat revandin de ku ji mala xwe ya li Amedê biçe ciyê karê xwe, hatiye dîtin. Recaî diyar kir ku ji wê rojê şûnde careke din agahî ji Recaî nayê girtin. Derya pêvajoya piştî windakirina Recaî nirxand û wiha got: “Malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî da û hewl dide derbarê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lê belê hemû hewldan bê encam in û ji vê rojê şûn de tu agahî ji Recaî Aydin nayê wergirtin.” 
 
Deryayê wiha got: “Di 17'ê Tebaxa 1994'an de li ser banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li gelek deverên cîhanê, ji Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Wezîrê Dadê Mehmet Mongoltay re nameya ‘Çi hat serê Dr. Recaî Aydin’ hatin şandin. Lê belê dîsa jî hemû hewldan bê encam man. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li xwe mikur hat ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye’.” 
 
Deryayê destnîşan kir ku 27 sal in aqubeta Recaî nehatiye ronîkirin û ew ji bo wî edaletê dixwazin û heta ku winda werin dîtin û kujer werin darizandin dê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.