Ji bo piştevaniyê EMEP çû serdana nobeta edaletê

  • 12:26 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - EMEP a ku çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar da zanîn ew lidarxistina Konferansa Edaletê plan dikin. Emîne Şenyaşar jî ji bo serdanê spas kir. 
 
Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di roja 229’emîn de berdewam dike. Tevî ku îro dawiya hefteyê ye jî malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket rê û hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Serdanên piştevaniyê bo malbatê jî didomin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û şandeya pê re serdana malbatê kir.
 
Ferît Şenyaşar derbarê têkoşîna edaletê e agahî dan şandeyê û got ew di çalakiya xwe de bi israr in. 
 
'Ev ne doza malbata Şenyaşar bi tenê ye'
 
Serokê EMEP’ê Encument Akdenîz jî anî ziman ku sê roj ew li bajarên herêmê digere û wiha got: “Li herêmê dengê qêrîna edaletê olan dide. Me serdana malbata Gulistan Doku kir. Di stûyê xwişka wê de kolyeya edaletê hebû. Niha jî em serdana malabata Şenyaşar dikin. Vê bêedaletiyê hemû îqtidarê aniye nava me. 229 roj in dayika Emîne hêsirên çavan li ber edliyê dirijîne. Divê her kes piştevaniya malbatê bike. Kuştinên hovane pêk anîn. Cînayetek tolgirtinê ye. Heke ev bê ceza bimînin wê cînayetên mezintir çê bibin. Hiqûqa çetewarî wê hêzê bigire. Ev ne doza malbata Şenyaşar bi tenê ye. Doza her kesî ye. Em ê hemû bi hev re edaletê bînin.” 
 
'Bila gavek beriya gavekê edalet bi cih were'
 
Emîne Şenyaşar jî bi barîna rondikên çavên xwe re carek din daxwaza edalet ê kir û got: “Ez dikim û nakim nikarim li malê bimînim. Hevjînê min û zarokên min li ber çavên min kuştin. Ez nexweşim bila gavek beriya gavekê edalet bi cih were.” 
 
Malbatê dosyeyek têkildarî komkujiyê û dozê amade kiribû radestî şandeyê kir. Şandeyê kêliyekê li cem malbatê nobet girt û pişt re ji wir veqetiyan.