'Desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse'

  • 09:10 23 Cotmeh 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Li Amedê bertekên li hemberî cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn didome. Jinan da zanîn ku dozger, dadger û dadgeh di bin kontrola desthîlatdariya siyasî de ye û gotin: "Em li hemberê polîtîkayên bi vî rengî tu carî paşve gav navêjin. Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin." 
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Bertekên li dijî cezayê didomin. Jinên li Amedê derbarê cezayê ku hatî dayîn de nêrînên xwe ji ajansa re parvekirin. 
 
‘Em paşve gav navêjin' 
 
Aktîvîsta TJA’ê Zulfîye Kîşmîr destnîşan kir ku cezaya ku ji bo Ayşe Gokkan hate dayîn ne tenê ji bo Ayşe Gokkan e di heman demê de tê xwestin ku bi giştî têkoşîna jinan û rêxistina jinan bê ceza kirin. Zulfîye, wiha axivî: “Zîhniyeta desthîlatdar ji rêxistina jinan û ji azadiya jinan ditirse. Li hemberê Ayşe Gokkan û li hemû girtiyên jin ên siyasî polîtîkayek dijminatiyê tê meşandin. Jinan pergala hişmendiya desthîlatdar deşîfre kirin.  Desthîlatdar ferq kir ku bi têkoşîna jinan wê civakek azad û wekhev bê avakirin. Ji ber vê yekê me carek din dît ku dozger, dadger û dadgeh di bin kontrola desthîlatdariya siyasî de ye. Em li hemberê polîtîkayên bi vî rengî tu carî paşve gav navêjin. Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Jin pêşengtiya civakê dike û bi têkoşîna xwe jiyanê birêve dibe. Lewra pergala heyî herî zêde jinê hedef digire.'
 
‘Desthilatdar ji têkoşîna jinan ditirse' 
 
Femînîsta serbixwe Hande Sakarya jî destnîşan kir ku bi wê cezayê dîsa hat nîşandan ku li Tirkiyê edalet tune ye û got: “Em dizanin ku Ayşe Gokkan bi awayekî bê hiqûqê tê darizandin. Tevî van yekan 30 sal ceza li Ayşe Gokkan birîn. Em carek din dibînin ku desthilatdar çiqas ji têkoşîna jinan ditirse. Em behsa dewleteke ku li dijî jinan şer daye destpêkirin dikin. Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê têbişoşin. Feshkirina Peyama Stenbolê, qedexekirina çalakiyên jinên femînîst, zext û zordariyan li ser TJA'yê hemû nîşaneya metirsiya desthilatdariyê ye. Lê belê em carek din dibêjin ku em li hemberê wan polîtîkayan paş ve gav navêjin. Em ê piştgiriya xwe û têkoşîna xwe re bi biryarî bidomînin."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Herî dawî jî aktîvîsta TJA''yê Mîne Sir jî wiha bal kişand ser cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn kir: "Îro Ayşe Gokkan bi 30 salan tê darizandin. Serdema wê ya bingehîn jî bêtahamûliya têkoşîna jinê ye. Nehiştin Ayşe Gokkan parastina xwe jî bike. Em vê bi teqez qebûl nakin. Em wek jinên kurd dê her tim li cem hevalên xwe yên girtî bin. Em ê li dijî vê biryarê helwesta xwe xurt bikin. Hevalên me li hundir têkoşînê didin, em ê jî têkoşîna xwe li derve bidin meşandin."