Duyemîn Mîhrîcana Zarokan li Şehbayê hat lidarxistin

  • 16:29 22 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
 
ŞEHBA - Bi pêşengiya Hilala Zêrîn Mihrîcan Zarokan a duyemîn  li Navçeya Ehdas a Şehbayê li Hola Mîtan bi dirûşma 'Aştî zarokan bedew dike' hate lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Hilala Zêrîn Mihrîcan Zarokan a duyemîn  li Navçeya Ehdas a Şehbayê li Hola Mîtan bi dirûşma 'Aştî zarokan bedew dike' hate lidarxistin. Di mihrîcanê de 12 komê zarokan stran, govendên xwe pêşkeş kirin. Her wiha Koma Kilkê Bihara Stran, Koma Çiyayê Lîlon, Şitlên Efrînê, Koma Govendê, Koma Şanoyê ya  Ş.Barîn û Koma Gulên Azad Stran derketin ser dikê. Her wiha zarokan lîstikên xwe jî pêşkeş kirin. 
 
Di mîhricanê de daxwazên zarokan a herî girîng, hêvî ya wan a vegera Efrînê bû. Zarokan gotin:"Em ê bi hêvîya Efrînê rojên hin xweştir bijîn. "
 
Mîhrîcanê bi dirûşma 'Kes nikare roja me tarî bike û ji zimanê me qut bike' bi dawî bû.
 
We mîhrîcan sibehê jî berdewam bike.