Cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn li Mêrsîn û Edeneyê hat şermezarkirin

  • 15:33 22 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
EDENE / MÊRSÎN - 30 sal cezayê girtîgehê yê ji aliyê dadgehê ve li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn li Mêrsîn û Edeneyê hat şermezarkirin.
 
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî cezayê girtîgehê ku li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û cezayê ku li Ayşeyê hat birîn şermezar kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Hêlîn Kaya û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural da zanîn ku cezakirina Ayşeyê têkçûna pergala riziyayî dide xuyakirin û ew vê ceza û biryarê nas nakin û ew ê têkoşîna hevrêya xwe li her deverê mezin bikin û her wê bêjin “em kurd in, jin û li vir in.” 
 
Li Mêrsînê cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn hat şermezarkirin
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê û Platforma Jinan a Mêrsînê jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn şermezar kirin. Polîsan xwestin daxuyaniyê asteng bikin lê li ser israra jinan polîs paş ve vekişiyan. Aktîvîsta TJA'yê  Havva Tekîn Olmez da zanîn ew ê kes nikaribe pêşiya têkoşîna jinan a azadiyê bigire û dadgeha îro ceza li wan dibarîne wê sibehê bi darizandinên xwe yên bêhiqûqî re rûbirû bimîne. Havva got ên werin darizandin dê ew bin û yên azad bibin jî dê jin bin.