Çalakiya 'Nobeta Edaletê' 228 roj in didome

  • 12:37 22 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome û di çalakiya îro de malbatê wiha hat gotin: “Edaleta ku her kes li bendê bû wê li Rihayê ji dayik bibe! Wê tevahiya Tirkiyeyê ronî bike."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 228’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaleta ku her kes li bendê bû wê li Rihayê ji dayik bibe! Wê tevahiya Tirkiyeyê ronî bike. Dayikên ku li Tirkiyeyê li dijî zilmê serî natewînin, wê edaletê ji nû ve bînin.”