Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ji bo Ayşe Gokkan daxuyanî da

  • 10:11 22 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî 30 sal cezayê girtîgehê yê ji Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn şermezar kir û got:"Em ê bi hemû dînamîka xwe têkoşîna jina kurd li ser piyan bihêlin."
 
Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî 30 sal cezayê girtîgehê yê bi îdiaya "Rêvebertiya rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" ji Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat birîn bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn ne hiqûqîye û wiha dewam kir:"Ayşe Gokkan ji ber aktoreke girîng a têkoşîna jina kurd e loma ev ceza lê hat birîn. Ev ceza li dijî jina kurd û nirxên jina kurd hatiye birîn."
 
'Em ê şopdarê dozê bin'
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em dixwazin diyar bikin ku em ê her tim li gel Ayşeyê bin, ev bêhiqûqiya ku hatiye ferzkirin em ê tu carî qebûl nekin û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin û em ê şopdarê dozê bin. Em ê bi hemû dînamîka xwe têkoşîna jina kurd li ser piyan bihêlin."