Jinên Nisêbînê: Em jin in, kurd in û em li vir in!

  • 09:02 22 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên Nisêbînê têkildarî 30 sal cezayên girtîgehê yê li Berdevka Demê ya TJA'yê  Ayşe Gokkan hatiye birîn nêrînên xwe anîn ziman.  Jinan gotin:"Ayşeyê ji bo Nisêbîn û hemû herêmê bi taybetî jî di bin xizmeta jinê û kurdewariyê de kedek mezin da. Girtina Ayşeyê dijminatiya kesên ceza birîne, nîşan dide. Ev dijminatiya li dijî kurdewarî û jinê ye. Lê belê em dibêjin 'Em jin in, kurd in û em li vir in'!"
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê", "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê 30 sal ceza li Ayşe Gokkan birî. Têkildarî cezayê hatiye birîn jinên kurd bi rojan in nerazîbûna xwe nîşan didin. Jinên Nisêbînê ku Ayşe Gokkan li wir serokatiya şaredariyê kiriye jî bertek nîşanî biryarê dan û gotin kes nikare me bêdeng bike.
 
'Em jin in, kurd in û em li vir in!'
 
Hevseroka DBP'ê ya navçeya Nisêbînê Bedia Adiguzel di serî de bal kişand ser xebatên Ayşeyê û wiha got:"Ayşeyê 40 sal in ji bo jinan û ji bo gelê kurd têkoşîna rûmetê da. Wê her tim di rêya heqîqetê de xwest ji bo berjewendiyên gel tev bigere. Xwedî vîn û şêwazeke jina têkoşer bû. Bi taybetî jî li Nisêbînê em bûn şahidê vê keda wê. Wê Nisêbîn kir bajarê jinan. Gelek pirsgirêk çareser kir û gelek projeyên ji bo kurdan û jinan baş in derxist pêş. Xwestin bi biryara birîna ceza xebata wê ya rûmetê îlegalîze bikin. Xwestin jinê û siyaseta kurdî îlegalîze bikin. Em li hemberî biryara hatiye dayîn in. Weke birêz Ayşe dibêje em jin in, em kurd in û em li vir in. Em ê Ayşeyê bi tenê nehêlin. Em ê têkoşîna wê mezin bikin."
 
'Xwestin siyaseta jina kurd tasfiye bikin'
 
Çalakvana TJA'yê Remziye Bayhan da zanîn girtina Ayşe Gokkan darbeyek li dijî jina kurd e û wiha berdewam kir:"Me weke jinên TJA'yî Ayşeyê nas dikir û li Nisêbînê jî em bûn şahidê rê û rêbazên wê yên meşandina siyasetê. Wê bi taybetî ji bo jinan pêşengtî kir. Bû serokê şaredariya Nisêbînê û bi dilê jinên Nisêbînê bû. Em pê dizanin ku siyaseta wê siyaseta legal e. Siyaseta wê siyaseteke kurdewarî û demokratîk bû. Ji bo welatekî jinê ava bike heta niha jî têkoşiya. Dixwazin bi girtinê siyaseta jina kurd, siyaseta kurdewariyê asteng bikin. Ew dibêjin em ê bi girtina wan siyaseta jina kurd tasfiye bikin. Lê em ê tasfiye nebin. Em ê ji nû de mezin bibin. Di girtîgehan de û ji derve em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
'Em ê tim li vir bin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Cemîle Akbay jî nerazîbûna xwe ya li dijî cezayê li Ayşeyê hatiye birîn nîşan da û wiha got:"Em xemgîn in, ji ber ku em dibînin her roja diçe ne demokrasî  ne jî aştî dimîne. Ev cezayê ji Ayşe Gokkan re hatiye birîn nîşaneya demokrasiya li Tirkiyeyê ye. Ayşeyê jî li hemberî vê bêdemokrasiyê têkoşiya. Em vê biryara birîna cezayê li Ayşeyê şermezar  dikin. Em vê biryarê nas nakin. Lê bila were zanîn wê jinên kurd dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê bi hev re xwedî li têkoşîna Ayşeyê derbikevin. Em ê tu carî bêdeng nemînin. Weke ku Ayşeyê dibêje em jin in, em kurd in û em li vir in."