ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 22 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Jinên li Navçeya Fafînê ya Şehbayê dijîn dan zanîn ku ligel zor û zehmetiyan jî çawa li Efrînê di demsala zeytûnan de, zeytûn kom dikirin niha jî diçin zeytûnan berhev dikin. Jinan diyar kirin ku ji bo ew debara xwe bikin zeytûnan kom dikin lê belê zeytûn îsal kêm in. 
DÎMEN HEYE
 
*Çavkaniya jîneolojiyê jê xwedî dibe, kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye. Bersiva pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’ jî ji vê esasê tê hilberandin. Jîneolojî, venasîna jiyan û bersiva pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn’, zanisteke di têkoşîn û berxwedana jin û hêzên şaristaniya demokratîk, de tê lêgerînkirinê ye. Nirxandina Abdullah Ocalan a ‘jiyana bê berxwedan nabe. Jinayenek bê berxwedan jiyanek bi lanet e’, li bersiva pirsa ‘çawa divê bê jiyîn’ jî digere. Venasîna jiyanê jÎ vê perspektîfê pêş dixîne. Ji kevneşopiya demokrasî azadî û dînamîkê xwedî bûn, yek ji derfeta herî mezin a jîneolojiyê ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Jinên Nisêbînê têkildarî 30 sal cezayên girtîgehê yê li Berdevka Demê ya TJA'yê  Ayşe Gokan hatiye birîn nêrînên xwe anîn ziman.  Jinan gotin:"Ayşeyê ji bo Nisêbîn û hemû herêmê bi taybetî jî di bin xizmeta jinê û kurdewariyê de kedek mezin da. Girtina Ayşeyê dijminatiya kesên ceza birîne, nîşan dide. Ev dijminatiya li dijî kurdewarî û jinê ye. Lê belê em dibêjin 'Em jin in, kurd in û em li vir in'!" DÎMEN HEYE
 
*Dema ku Peymana Avhewayê ya Parîsê dihat erêkirin, li meclîsê du sererastkirin derbas bûn û Prof Dr. Beyza Ustun balkişand ser û bi lêv kir ku sererastkirinên mijara gotinê ne, wê pêşiya îhtîhalat, îhracat  û hilberîna ji nûve veke. Beyzayê hişyariya wê Tirkiye veguhere sergoyê nuklerê kir. BI DÎMEN 
 
*Aktivîsta TJA'yê Nazîle Tursun da zanîn ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike û wiha got:"Tê xwestin îradeya jinê têk biçe, jin bibin kole û bi vî hawî civak jî bibe kole. Bi destdirêjî, tecawiz, fuhuşê tê xwestin civak ji rastiya xwe, ji hebûna xwe dûr bikeve û civak teslîm bê girtin. Ev yek jî bi zaneyî û bi awayekî stratejîk li Kurdistanê tê sepandin." DÎMEN HEYE
 
*Li Şemzînanê gumanbarên ku tecawizê Esra Y. kir, 6 meh şûnde hatin tahliyekirin. Tevî her yekê 42 sal ceza lê hatin birîn jî nehatin girtin.  Parêzerê dosyayê Mevlam Merezoglu der barê gumanbarên ku bûn sedema ku Esra întîxar bike de axivî û da zanîn ku ji bo ev kes bên girtin wê serî li her derê bidin. BI DÎMEN