Li Amedê konsera ciwanan pêk hat

  • 19:40 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'ê di çarçoveya kampanyaya xwe de  konserek li dar xistin. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya xwe ya "Em tiryakê bişkînin, jiyana nû ava bikin” de li baxçeya navçeya HDP'ê ya Peyasa Amedê konserek li dar xistin. 
 
Hunermend Azad Bedran, parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, rêxistinên navend û navçeyên HDP'ê û gelek ciwan beşdarê konserê bûn. Her wiha pankartên wekî "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin jiyanek nû ava bikin", "Ji tiryakê re bi dawî bîne, niha dema azadiyê ye" û "Ne tiryaka kimyewî ne jî çekên kîmyewî nikare me biqedîne" li dîwaran hatin daliqandin.
 
Bername bi axaftina endama meclîsa ciwanên HDP'yî Gulîstan Yilmaz dest pê kir. Gulîstan, got: "Li heremê bikaranîna tiryak û fihûşê ketiye lûtkeyek herî jor. Em li hemberê wê polîtîkayên taybet xebatên kampanyayê xwe mezintir dikin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de bi malbat û ciwanan re hevdîtinan dikin. Bi taybetî jî bi wan polîtîkayên şer ên taybet dixwazin di şexsê ciwanan de civakê biterikînin. Di her qadên civakî û heremê de polîtikayek bi taybet dimeşînin. Em jî li dijî wan dê rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
Piştî axaftina Gulîstan sînevîzyonek derheqê kampanyayê de hate pêşandan.
 
Bername bi stranên hunermend Azad Bedran û govend gerandina ciwanan bi dawî bû.