Kombûna Jinên Zenûbya: Buroya pirjiniyê ji bo firotina jinê hatiye vekirin

  • 17:01 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Minbic, Reqa û Dêrazorê, Buroya Kombûna Jinên Zenûbya bertek nîşanî vekirina Buroya Pirjiniyê ya li Ezazê dan û gotin: "Divê jinên li bajarê Ezaz û tevahî herêmên dagirkirî qebûl nekin ku wekî amûrekî di destê çeteyan de bimînin."
 
Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya, li Minbiç, Reqa û Dêrazorê li dijî vekirina Buroya Pirjiniyê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. 
 
Minbic
 
Minbicê bi daxuyaniyekê vekirina buroyê ya li bajarê Ezazê yê dagirkirî şermezar kir. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinan ji aliyê endama rêveber a nivîsgehê Fadiya Resûl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinan hate kirin ku li hemberî zihniyetên paşverû û paşketî yên ku zilmê li jinan dikin û wan kole dikin, serî hildin. Her wiha hate destnîşankirin ku ji dehên salan ve jinan bendê tirsê şikandin û bi îradeyeke xurt li hemberî zihniyeta desthilatdar tê dikoşe û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re bûne mînak.
 
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî û wiha hate diyarkirin: "Li herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jin hîna di bin qanûnên sîstema baviksalaraî ya desthiltdar de ne û hemû rêbaz li ser wan tê meşandin da ku werin kolekirin. Ev yek di vekirina komeleya pirjiniyê li bajarê Ezazê de yê di bin serweriya dagirkeriya Trk û çeteyên wê de eşkere dibe. Armanc ji vê yekê jin werin bikaranîn û wekî amûrekê werin firotin û kirîn."
 
Di daxuyaniyê de tevahî kiryarên çeteyan ên li dijî jinan hatin şermezarkirin û bang li jinên li herêmên dagirkirî hate kirin "Divê jinên li bajarê Ezaz û tevahî herêmên dagirkirî qebûl nekin ku wekî amûrekî di destê çeteyan de bimînin. Em jinên bajarê Minbicê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku tevahî jinên Sûriyê rizgar bibin."
 
Reqa
 
Li Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek hate dayîn. Endama rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya Sewsen El-Xelef daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin armanca vekirina nivîsgeha pirjiniyê şikandina vîna jinan e.
 
Her wiha hate gotin, ev nivîsgeh jinan dike "Amûrek ji bo kirîn û firotin" û wiha hate domandin: "Rewşa jinên Sûrî li tevahî herêmên di bin serweriya çekdarên Tirkiyê de  trajîdîk e. Jin ji meclisên xwecihî de hatin dûrxistin û yên ku biryara çarenûsa wan didin kesên din in. Her wiha bi dehan sûcên destdirêjiyê yên belgekirî hene, lê tê veşartin." Di daxuyaniyê de vekirina vê nivîsgehê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan hate kiirin ku li hemberî nivîsgehên bi vî rengî, tundî û biryarên şaş ên li dijî jinan bisekinin.
 
Dêrazor 
 
Bi dehan jin ên encamên meclisên bajar ên Dêrazorê li ber avahiya Kombûna Jinên Zenûbiya ya bajarê Kesra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kom bûn. Endama kombûnê Yusra Ebdulkerîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê tevahî sûcên li herêmên dagirkirî û vekirina nivîsgehên pirjiniyê  hate şermezarkirin. Hate gotin ku vekirina mîna van nivîsgehan rûmet û azadiya jinan bin pê dike û jinan dike wekî amûra kirîn û firotin.
 
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin û li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li dijî jinan û gel bi giştî bisekinin. Her wiha îşaret bi rola jinan di projeya neteweya demokratîk de hate kirin û ev tişt hate gotin: "Ji vir ji xaka Dêrazorê, em ji Erdogan û alîgirên wî re dibêjin, hûn nikarin roja me tarî bikin."