Emîne ya nobeta edaletê didomîne: Heta lawê min bernedin tedawî nabim

  • 14:19 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a Nobeta Edaletê didomîne da zanîn tevî şerdên zor jî ew ê werin nobeta xwe ya li ber edliyeyê bidomîne. Emîne ya ku pirsgirêkên wê yên tedawiyê zêde dibin wiha got:"Heta lawê min ji girtîgehê dernekeve tedawî nabim."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 227’emîn de didome. Bi destpêkirina mesaiyê re malbatê li “Quncika Edaletê ya Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir. 
 
'Yên zarokên me qetil kirin bila bên girtin'
 
Emîne Şenyaşar, ku ji 9 'ê Adarê û vir ve tevî zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê jî çalakiya xwe bê navber dewam dike, li dijî bêedaletiyê nerazîbûn nîşan da. Emîne, bi lêv kir ku tişta bi serê malbata wê anîn “zilm e” û wiha got: “Rojên li ber edliyeyê dijwar in, lê divê em werin. Malbata min ji holê hat rakirin. Zivistan tê, sar dibe. Kurê min hê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Yên zarokên me qetil kirin bila bên girtin. Çima nayên girtin?” 
 
'Heta lawê min bernedin tedawî nabim'
 
Emîne da zanîn ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê roj bi roj zêde dibin û wiha berdewam kir: “Em serê sibehê tên vê derê, êvarê dîsa diçin Pirsûsê. Nexweşiyên min zêde dibin. Di dilê min de janek heye. Bijîşk dibêjin ku divê ez ji çavên xwe emeliyat bin. Heta ku kurê min (Fadil Şenyaşar) ji girtîgehê dernekeve ez ê tedawî nebim.”
 
'Malbatek ji hev qetandin û hê jî zilmê dikin' 
 
Emîne destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek mirovên rastî neheqiyê hatine hene û got: “Êdî bes e, niha em dixwazin her kes bêhnê bistîne. Li dijî tiştên me jiyan jî ji min re ceza dixwazin, doz li min vedikin. Malbatek ji hev qetandin û hê jî zilmê dikin.”
 
'Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir neçim'
 
Emîne, diyar kir ku ligel 3 sal û 4 meh bi ser komkujiyê derbas bûn jî êşa wê kêm nebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êşa min hêj weke roja ewil nû ye. Ez gelek êşê dikêşim. Ez her roj digirîm û wê çavên min kor bibin. Ev 8 meh in ez li vir rûdinim û heta ku hewce bike ez ê rûnim. Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir neçim.”
 
'Ev têkoşîna edaletê ye'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Wisa fikirîn ku di nava sê çar rojan de em ê dev ji nobeta xwe ya edaletê berdin. Fikirîn ku eger zextê bikin, em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Lê ev têkoşîna edaletê ye, bêyî wê jiyan nabe. Weke nan, weke av...”