TJA: Di şexsê Ayşe Gokkan de ceza dan têkoşîna jinan

  • 13:46 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - TJA’yê li dijî biryara ceza dayîna Ayşe Gokkanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlemetera HDP’yê Remzîye Tosun Axivî û destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de xwestin têkoşîna jinan bê ceza kirin.
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. TJA’yê li dijî biryara ceza dayîna Ayşe Gokkanê li navçeya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Rezana Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de jinan parkarta “ Jin jiyan azadî” û “Em jin in, kurd in, li vir in” vekirin. Li ser navê TJA’yê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun axivî.
 
Remziye diyar kir ku Ayşe Gokkan têkoşîna xwe li dijî bêedaletî, bêhiqûqî, zayendperestî  û nijadperestî re dida û got: "Bi ceza dayîna Ayşe Gokkan xwestin têkoşîna jinan têk bibin. Cezayê Ayşe Gokkan’ê wê tu jin qebûl nekin. Ayşe Gokkan bi salan e di nav şert û mercên zehmet de xebat û têkoşînan de di cih digire. Di şexşê Ayşe Gokkan û Leyla Guven de hemû jinên têkoşer û azadîxwaz tên hedef girtin. Em vê biryare nas nakin û şermezar dikin. Em li ser navê jinan soz didin ku ji bo têkoşîna jinan kar û xebatên xwe bidomînin. Dema ku em lê dinihêrin dadgeh bi serê xwe biryaran nade. Ji ber ku bi salan e talîmat digirin. Bi heps kirina jinan dixwazin îradeya jinên kurd bişkînin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bimeşînin’
 
Remziye destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan bimeşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ayşe di parastina xwe de jî gotibû ez naçim tu derê û têkoşîna xwe jî di welatê xwe de bimeşînim. Em jî wekî Ayşe dibêjin em wekî jinên kurd dibêjin li dijî hemû dijminan em ê têkoşîna xwe li ser axa xwe ya pîroz bimeşînin. Em ê jinên kurd dê aştî, demokrasî û wekhevîyê bînin li ser vê welatê. Her wiha em bang dikin ku ew cezayê ku ji bo Ayşe Gokkan hatiye dayîn gerek tu jin qebûl neke û helwesta xwe bi awayekî tund nîşan bide. Bi polîtîkayên şer ên taybet dixwazin dengê hemû jinan binpê bike. Em jî wekî jinên TJA’yê ew biryare qebûl nakin û dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan bimeşînin.”