Pero Dundar: Di şexsê Ayşe Gokkan de xwestin tolê ji jinên kurd hilînin

  • 13:18 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad têkildarê biryara 30 sal cezayê li berdevka TJA’yê Aşe Gokkan hatiye birîn daxuyanî da. Pero Dundar di daxuyaniyê de axivî û got: “Hişmendiya ku li dijî jinan betalkirina Peymana Stenbolê erê dike îro li dijî jinên kurd dijminatiya xwe eşkere kir. Ew li dijî kurdan, li dijî jinan in. Dixwazin tolê ji jinên kurd hilînin. Lê ji bîr dikin ku ev rêbaza wan tucar bi ser neketiye wê bi ser nekeve. Em jinên kurd tucarî berxwedana xwe bi dawî nakin.”
 
Di 23’yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya “rêvebira rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê 30 sal ceza li Ayşe Gokkan birî. TJA bi beşdarbûna parlamentera HDP’ê Pero Dundar, meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçe û bajêr, Meclîsa Dayikên Aşitiyê re li ber deriyê avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de alên TJA’yê pankarta ku li ser “Ayşe Gokkan rûmeta me ye” hatiye nivîsîn hate rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê berdevka TJA' yê ya demê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin.
 
'Ew ji bo jinan têkoşiya'
 
Eylemê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keda Ayşe Gokkan a ku têkoşîna jinê de dide û berdewam kir: “Rêhevala me di jiyana xwe de di gelek qadên siyasetê yên weke HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP û HDP’ê de cihê xwe girt. Weke endama Meclîsa Partiyê, weke kedkara çapemeniyê cih girt. Demên dirêj in ji bo têkoşîna azadiya jinê li berxwe da.  Ango ev 40 sal in ji bo jin di qada siyasetê de, di civakê de bibe xwedî statu berxwedana mezin da. Em weke gelê Mêrdînê û bi taybet jî Nisêbîinê şahidê xebatên wê ne. Wê bi xwe re guherînên mezin çêkir. Wê Nisêbîn bi xebatên xwe yên şaredariyê re kir bajarekî jinê. Ayşeyê hem ji bo jinan, hem ji bo ziman û çanda kurdî hertim bû têkoşerek mezin. Bi girtina wê re xwestin darbeyek mezin li jinan û li kurdan bixin. Em vê biryarê qebûl nakin. Em ê jin li hember bisekinin û em ê tim li vir bin.”
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Di daxuyaniyê de Pero Dundar jî diyar kir ku yên ceza dan Ayşeyê dixwazin bi cezakirinê tolê ji kurdan û jinan hilînin. Pero wiha berdewam kir: “Dibên em ê bi vî rengî jinan û kurdan qir bikin. Lê ji bîr kirine ku em bi vî rengî tucarî nehatine bêdengkirin û em ê neyên bêdengkirin jî. We rêhevalên me xistin girtîgehan. Di girtîgehan de, ji derve û li her cihî têkoşîna jinê nehat astengkirin, her tim têkoşîna jinê mezin bû. Em nayên bêdengkirin. Weke ku rêhevala me Ayşe dibêje, em jin in, em kurdin û em li virin. Em ê li vir bin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” re bi dawî bû.