Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyan berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê
- 13:16 21 Cotmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê.
Komek ji 21 endamên Dayikên Aştiyê li ber konê xwepêşandanê yê deriyê Sêmalka yê li bajarê Dêrikê kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê da ku daxwaza wergirtina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, bikin.
Tolhildan Raman û Serdem Cûdî li Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK'ê û Leşkarên Roj de jiyana xwe ji dest dabûn.
Ev cara duyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyan diçin deriyê Pêşxabûr, lê PDK'ê bersiva daxwazên wan nade.