Derheqê belavokên Newrozê de ji aliyê AYM'ê ve biryara binpêkirinê hat dayin

  • 12:15 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Derheqê cezayê girtîgehê yên ji ber belavokên Newrozê li rêveberên Egîtîm Senê hatibû birîn de ji aliyê AYM'ê ve biryara binpêkirinê hat dayin. 
 
Li Mêrsînê di 20’ê adara 2012’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) xwestibû pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. Lê walîtiya Mêrsînê pîrozbahî qedexe kiribû. Piştî qedexekirina pîrozbahiyê li rêveberên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Sakîne Esen Yilmaz û Mahîr Engîn Çelîk ku belavokên Newrozê belav kiribûn doz hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê li Sakîne û  Mahîr Engîn birîbû û Dadgeha Bilind ceza erê kiribû. 
 
Li ser erêkirina cezayê Sakîne û  Mahîr Engîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû dayin. AYM’ê piştî 5 salan biryara serlêdanê da û biryara binpêkirina mafê her du mamosteyan da û xwest 15 hezar lîre qerebû (tazmînat) were dayîn.