Rûniştina biryarê ya Komkujiya Pirsûsê sibehê ye

  • 10:42 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA - Malbatên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan ji bo rûniştina biryarê ya sibehê dê were dîtin bang kirin. Malbatan gotin:"Ahmed Davutoglu gotibû ger ez biaxivim dê erd biheje. Wê demê bila sibehê were dadgehê û biaxive."
 
Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo beşdariya avakirina ji nû ve ya Kobanê û ji bo pêlîstokan bigihêjin zarokên Kobanê gelek ciwan li Pirsûsa Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de kom bûbûn. Lê belê DAÎŞ'ê êriş pêk anî û 33 ciwan hatin qetilkirin her wiha ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûn. 
 
Rûniştina biryarê ya doza derbarê komkujiyê de dê sibehê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo rûniştina sibehê banga piştevaniyê kirin. 
 
'Ew ê teqez edalet pêk bê'
 
Keça Bahar Nazegul Boyraz a ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Yasemin Boyraz, da zanîn ev 21 meh in ji bo dozê biryara nepeniyê hatiye dayin û wiha got:"Bersûc birayê kesê Komkujiya Gara Enqereyê pêk aniye. Her kesên li vî welatî li edaletê digerin em ê li gel wan bin. Ew ê teqez edalet pêk bê. Ger Komkujiya Pirsûsê bê ronîkirin dê yên din jî bên ronîkirin. Ahmed Davutoglu gotibû ger ez biaxivim dê erd biheje. Wê demê bila sibehê were dadgehê û biaxive."
 
'We çima ew mirov kuştin?'
 
Keça Îsmet Şeker, Dîlek Şeker da zanîn kesên tên darizandin ne bi tenê ne yên ser wan jî hene û wiha got:"We çima ew mirov kuştin? Em dixwazin Davutoglu bê dadgehê. Divê kujerên esil bên dadgehê. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Rûniştina sibehê girîng e. Ez bang li herkesî dikim ku beşdarî rûniştina sibehê bibin."
 
'Kesên gotinekê bikin wekî 'terorist' tên îlankirin'
 
Hevjîna Cemil Yildiz, Sultan Yildiz da zanîn şandeya dadgehê li malbatan guhdar nakin û wiha domand:"Ev 6 sal in derûniya malbatan ne baş e. Lê belê dîsa jî dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin. Dewlet nikare beramberê qeyba me bide. Kesên gotinekê bikin wekî 'terorist' tên îlankirin. Kesên bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûn avêtin girtîgehan. Lê dîsa jî me serî netewand. Em bangê li saziyên demokrat dikin bila bi girseyî beşdarî dadgehê bibin."