Nûnerên rêxistinên jinan: Ayşe Gokkan ne bi tenê ye

  • 09:36 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Di rûniştina doza Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşeyê. Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û gotin: "Îqtîdar dixwaze bi cezayan rê li ber têkoşîna jinan bigire. Lê divê bê zanîn ku têkoşîna me dê betir mezin bibe." 
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û gotin dê têkoşîna azadiya jinê mezin bibe. 
 
'Biryar li dij hiqûqê ye'
 
Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan, bertek nîşanî cezayê hatî dayîn da û got: "Biryar mirovan hers dike. Em hevalên Ayşeyê ya femînist in û Ayşe ji ber ku kar û xebatên jinê dimeşand hat ceza kirin. Endama Komeleya Jinan a Rosa yê bû û di nav xebatên TJA'yê de bû. Cezayê hatî dayîn li dij hiqûqê ye. Di danişîna duh de 30 sal ceza lê hat birîn û ev tişt nayê qebûlkirin. Ev tişt tê wateya domandina zextê ya li hemberî tevgera jinên kurd. Îqtîdara AKP-MHP'ê hewl dide ku bi polîtîkayan jinê dorpêç bike. Lê jin tu carî dev jî têkoşîna xwe berneda û li kolanan li ber xwe da. Ayşe Gokkan ne bi tenê ye. Em jin dê li kolanan bin têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Polîtîkayên îqtîdarê têk çûye' 
 
Endama Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci da zanîn ku mudaxaleyê têkoşîna jinan dikin û wiha bi lêv kir: "Hem li hindûr û hem jî li derve êdî polîtîkayên îqtîdarê têk çûye. Ji ber tirsê êrişê li jinan dike. Ligel zext û zordariyê dê têkoşîna jinan bidome." 
 
'Li dijî êrişan têkoşîna bi hev re divê'
 
Ji Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel, da zanîn ku ji bo jinên kurd bitirsînin biryarek wisa hat dayîn û wiha axivî: "Îqtîdara faşîst AKP-MHP'e Gelê Kurd û têkoşîna jinên kurd hedef girtiye. Bi fezlekeyan parlamenteriya Leyla Guven hat betalkirin û hevşaredarên jin hatin girtin. Hewl didin ku darbê li Gelê Kurd bixin û hem jî nehêlin ku jinên kurd siyasetê bikin. Niha gelek siyasetmedarên jin girtî ne û bi tecrîdê re rûbirû ne. Wek Aysel Tugluk, nexweşiya wê giran e lê nayê tehliyekirin. Polîtîkayên şer ên taybet çend li bajarên herêmê tê meşandin jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman polîtîka tê meşandin. Li dijî êrişan divê kirdeyên têkoşîna rizgariyê û tevgerên femînist hevkariya xwe bêtir xurt bikin û li hemberî her cureyên êrişan têbikoşin."
 
Her wiha Jin bi hev re bi hêzin dê îro li Kadikoya Stenbolê li ber avahiya Opereya Sureyyayê di saet 19.30'an de çalakiyek protestoyî li dar bixin û biryara ku ji bo Ayşeyê hatî dayîn şermezar bikin.