Zaroka li Wêranşarê wesayeta zirxî lê qelibî bi giranî birîndar bû

  • 09:18 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Zaroka li Wêranşarê wesayeta zirxî lê qelibî bi giranî birîndar bû
 
Li Kolana PTT'ê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê, zarokê 5 salî N.D. di bin wesayîta zirxî ya polîsan de ma. N.D., bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Li gor dîmenan, tê dîtin ku nigên N.D. di bin wesayîta zirxî de eciqîne. 
 
Apê  N.D. ya 5 salî ragihand ku paşê N.D. rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê û rewşa wê giran e.