Li girtiyan ferzkirina ‘lêgerîna dev’ hat kirin

  • 09:16 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
EDENE - Xizma girtî Hediye Tufan da zanîn ku li Girtîgeha Samsunê li girtiyan ‘lêgerîna dev’  hatiye kirin û got: “Li ser me û zarokên me zilm heye. Divê her kurd xwedî li zarokên xwe derkeve.” 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên tecrîd û zextan didomin. Agît Tuvaf ku dema 16 salî bû girtin û niha Girtîgeha Samsurê de girtiye, di hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re ragihand ku dema dixwazin biçin nexweşxaneyê ji aliyê leşkeran ve ‘lêgerîna dev’ li wan tê ferzkirin.
Ji ber şibandina nav di 2007'an de 6 sal û 3 meh ceza li Agît hatiye birîn. Agît du sal û nîvan di girtîgehê de ma û dosya wî xera bû û hat tahliyekirin. Di 2012’an bi hincetên cuda hat girtin û 22 sal ceza û 30 hezar TL cezayê pere lê hat birîn.
 
Dayika Agît, Hediye Tufan axivî û da zanîn ku tiştên tên kirin zilm e.
 
Hediyeyê da zanîn ku kurê wê Agît di 16 salî de dema li înşatê dixebitî ketiye û ji ber vê di paniya wî de birînên cidî çêbune û ji ber birîndarbûnê nikaribû biçe dibistanê. Hediyeyê wiha berdewam kir: “Me bir her nexweşxaneyê. Cihê ku em neçûn nema. Piştre me bir cem bijîşkekî. Gotin ji ber ji cihekî bilind de ketiye romantîzma pê re çêbûye. Piştre em wek karkerên demsalî çûn findiqan.  Em 40 rojî li wir man. Dema me li Behrareş findiq kom dikirin li taxekê gerîlayek şehîd ket. Hemû esnafên taxê kepenk girtibûn. Lê dukanek ku qumaş difrot û kafeyek înternetê kepenk negirtibûn. Ciwan ewil keviran diavêjin dikana qumaş. Piştre molotofan davêjin kafeya înternetê. Dema direvin, ji Agît re dibêjin bireve. Ew jî dibêjin qey kurê min e.”
 
‘Surgunê Pozantiyê hat kirin’
 
Hediyeyê destnîşan kir ku dema bûyer hatiye jiyîn li Behrareş findiq kom dikirin û ev tişt anî ziman: “Dema em vegeriyan malê bi ser mala me de hat girtin. Roja kurê min hat binçavkirin, derxistin dadgehê û biryara girtinê hat girtin. Birin zindana Kurkçuler. 6 mehan li wir ma piştre surgunê Pozantiyê hat kirin. Piştre em bi xwediyê kafeya înternetê re axivîn. Got kurê re bi kesekî din re tevlihev kirine û îfadeya xwe şûnde kişand. Li holê tu delîl tunebû bi îdiaya endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza dan. Me dosya şand dadgeriyê. Ji nû ve hat darizandin û hat tahliyekirin.”
 
‘Du salan bi tena serê xwe ma’
 
Hediyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Agît li Pozantiyê du salan tenê maye û piştî ji girtîgehê derketiye, kurê wê yê din Abdulkerîm Tufan (Şiyar Erkendî) yê tevlî HPG’ê bûye şehîd ketiye. Hediyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Agît piştre dikan vekir û lê dixebitî. Du roj piştî komkujiya Roboskê di saetên êvarê de polîsan Agît binçav kirin. Piştre hat girtin 22 sal ceza û 30 hezar TL pere ceza lê hat birîn. 9 sale girtiye. Niha li girtîgeha Samsunê ye.”
 
‘Ji vê îşkenceyê re êdî bes e’ 
 
Hediyeyê her wiha daxuyakirin ku zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin û wiha dawî lê anî: “Em roja şemiyê bi telefonê axivîn. Ji ber kurê min nexweş e her tim neçare biçe nexweşxaneyê. Dema dibin nexweşxaneyê ‘lêgerîna dev’ dikin. Li bin zimanê wan dinêrin. Dema girtî îtîraz dikin, nabin nexweşxaneyê. Pêlav û goreyên wan derdixin. Piştre leşker ji midûrê girtîgehê re dibêjin ‘Girtî pirsgirêkan derdixin, em nikarin bibin nexweşxaneyê.’ Em dibêjin ku ya bila zarokên me derman bikin an jî bila berdin em derman bikin. Ji vê îşkenceyê re êdî bes e. Li ser me û zarokên me zilm heye. Bila her malbata kurd xwedî li zarokên xwe derkevin.”