Esma Ayaz a girtî: Xwedî li girtiyên xwe derkevin

  • 09:14 21 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Esma Ayaz a ku 23 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye, bi rêya malbata xwe behsa zextên li girtîgehê kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li girtiyên xwe derkevin. Jiyana me di xetereyê de ye. Li girtîgehê rewşekê keyfî heye.”
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zextên li hemberî girtiyan her roja ku derbas dibe zêde dibin. Girtî bi rêya malbatên xwe rewşa ku dijîn ji raya giştî re radigihînin. Esma Ayaz 36 sal ceza lê hatiye birîn 23 sal in jî girtiye. Esmera ku 8 caran hatiye sirgunkirin niha li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê ye. Esma bi rêya malbata xwe rewşa xwe anî ziman û dayika wê jî banga xwedî li derketinê kir. 
 
‘Jiyana me di xeterê de ye' 
 
Girtiya bi navê Esma Ayaz a ku bi telefonê malbata xwe geriya û ev tiştan ragihand “Di 7’ê cotmehê de me ji du qawişan derxistin û di qawişekê de kom kirin. Lê belê me vî tiştê qebûl nekir û me nexwest ku hemû girtiyên jin di qawişekê de bimînin. Em niha di du ode û qawişekê de ne. Hevalên me yên nexweş hene. Camên qawişan şikestîbûn û beriya du roj pêşî çêkirin. Hewşa ku em hewayê digirin ser wê hatiye têl kirin û qamera hatine bi cih kirin. Êdî ne cihê mirovane ku mirov tê de bijî. Hevalekê me penceşêrê ketiye, cihê ku lê dimîne û her wiha cihê desteşoyê gelek qirêj in. Li vir rewşeke gelek dijwar heye. Tu kes pirsa me nake. Em ji parêzer û parêzvanên mafên mirovan dikin ku bila bên girtîgehê. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li girtiyên xwe derkevin. Ji ber qamerayan em nikarin gavek jî bavêjin. Qawişên dinê niha vala ne. Em gelek nerehetin. Jiyana me di xetereyê de ye. Hevalên me yên ku bihatana tehliyekirin hebûn, lê belê nehatin tehliyekirin. Li girtîgehê rewşekê keyfî heye.”
 
‘Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bin' 
 
Dayika Esma Ayaz, Emîne Ayaz jî destnîşan kir ku keça wê ev 23 sal in girtî ye û wiha bal kişand ser rewşa keça xwe: "Ji ber ku ez temen mezinim nikarin biçim hevdîtina keça xwe. Ji ber vê yekê jî ev 6 sal in min keça xwe nedîtiye. Keça min 23 sal in di jêrzemînekê de ye. Zilmê li girtiyan dikin. Ehlaq û wîcdana wan nemaye. Em zilm û zordariya ser girtiyan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bin." 
 
‘Divê em dengê xwe bilind bikin' 
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: "Ez tu carî zilma ku li ser girtiyan tê kirin qebûl nakim. Bila ev zilm bi dawî be. Dilê me dayikan dişewite. Tu welatê mînakek wisa nîne. Banga me ji cîhanê ew e ku bila dengê me bibihîzin. Hikûmet îro bêwîcdaniyê dike. Heta ji me bê em ê dengê xwe bilind bikin. Keça min heta niha sirgûnê li 8 girtîgehan hatiye kirin. Li Girtîgeha Sêrt, Êlih, Mîdyat, Gebze, Şirnex, Wan, Baybûrt û herî dawiyê jî sirgunê Girtîgeha Şakranê hat kirin."