ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 21 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
* Esnafên Bazara Jinan a Semta Jiyanê ya Amedê da zanîn ku gelek caran bi bêrika vala vedigerin malên xwe û gotin: "Welatî tên buhayan temaşe dikin û diçin. Êdî em ne dikarin bifiroşin û ne jî dikarin bikirin." BI DÎMEN
 
*Endama RJAK’ê Jîno Reşîd destnîşan kir ku jinên ku ji bo Parlamentoya Iraqê hatî bijartin dikarin pêşengtiya guherîna pergalê bikin û got: "Hejmara jinên ku hatî bijartin mirovan kêfxweş dike. Jinên azadîxwaz dikarin pêşengtiyê bikin. Eger ku bi hev re bi yekrêzî kar bimeşinin hem ji bo Iraqê hem jî ji bo başûrê Kurdîstanê dê encamên baş derkevin holê." BI DÎMEN 
 
* Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê ji bo nûnertiya xwe veke dest bi xebatan kir. Perîhan Agaoglu ya HDP'yî têkildarî xebatên platformê yên ku li Mêrdînê tên kirin agahî da û got:"Yek ji zimanê herî kevin û dewlemend, zimanê kurdî ye. Lê weke zimanekî qedexe, weke 'X' tê binavkirin. Ev ji bo dîroka mirovahiyê şermek mezin e. Heta zimanê me bi awayekî azad bê axaftin em ê wekî jinên kurd têbikoşin."
DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedar Fatma Bostan Unsal der barê serdana endamên Talîban a Tirkiyeyê de nirxandin kir û got: “Pêşwazîkirina Talîban a li Tirkiyeyê ya di nava şerdên wekhev de mirov dixe nava gumanan. Gelo Tirkiye jî wek Talîban rê li ber vê ferasetê vedike? Ev gumanan ava dike. Divê ev guman bên bihîstin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Şirîn Reşîd têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev 22 sal in li Îmraliyê tê girtin diyar kir tê xwestin bi tecrîdê îradeya gelan têk biçe û wiha got:"Rêberê gelê kurd bi fikir û felsefeya xwe her tim bi gelê kurd re dijî. Heta Rêberê me azad nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin." DÎMEN HEYE
 
* Esmer Ayaz a ku 23 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye, bi rêya malbata xwe behsa zextên li girtîgehê kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li girtiyên xwe derkevin. Jiyana me di xetereyê de ye. Li girtîgehê rewşekê keyfî heye.” BI DÎMEN 
 
*Di rûniştina doza Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşeyê. Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û gotin: "Îqtîdar dixwaze bi cezayan rê li ber têkoşîna jinan bigire. Lê divê bê zanîn ku têkoşîna me dê betir mezin bibe."
 
*Xizma girtî Hediye Tufan da zanîn ku li Girtîgeha Samsunê li girtiyan ‘lêgerîna dev’  hatiye kirin û got: “Li ser me û zarokên me zilm heye. Divê her kurd xwedî li zarokên xwe derkeve.” DÎMEN HEYE
 
* Şaredariya Silopiyê ku Mihrîcana Şano û Zarokan ku da destpêkirin dê îro bi kargeha zarokan a Ma Mûzîkê ve berdewam bike. (16.00) BI DÎMEN
 
* TJA li Şirnexê, derbarê Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan re 30 sal ceza ku hat dayîn daxuyaniyê bide. (12.00) BI DÎMEN 
 
*Tèkildarè cezayè ji Ayşe Gokan re hatiye birîn wê TJA li Mèrdînè li ber deriye avahiya HDP'ê daxuyani bide. (11.00) BI DÎMEN