'Ji ber Gonul Erden xwest derbasî qawişa siyasî bibe di hucreyê de tê girtin'

  • 14:30 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, diyar kir ku ji ber Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erden xwestiye derbasî koguşa siyasî bibe loma di hucreyê de tê girtin. 
 
Têkildarî binpêkirina mafên piştî Hevseroka Giştî ya Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Gonul Erden hat girtin şûnde rû dan li Avahiya Giştî ya SES'ê daxuyanî hat dayin. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa "Em muameleya ji derveyî mirovahiyê ya li Hevseroka me ya giştî Gonul Erden tê kirin qebûl nakin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey ve hat dayin. 
 
'5 saetan di hucreyê de hat girtin'
 
Selmayê da zanîn ku tevî Gonulê gelek endam û rêveberên SES'ê hatine binçavkirin û piştre hatine berdan lê bi serdegirtina malê Gonulê dîsa hatiye binçavkirin û piştre hatiye girtin. Selmayê wiha dewam kir:"Gonul Erden piştî hat girtin şûnde li Girtîgeha Tipa 3 a L'yê ya li Kampusa Sincana Enqereyê di çarçoveya tedbîrên Covid-19'ê 3 hefteyan di bin karantînayê de maye. Piştî testa wê ya Covid-19'ê negatîf derketiye neqlî Girtîgeha Jinê ya Sîncanê hatiye kirin. Gonulê xwestiye qawişa xwe biguhere û di 15'ê Cotmehê de dema li hêviya guhertina qawişê bû 5 saetan ew xistine hucreyê û li wir dane sekinandin. Di heman rojê de ew derxistine û xistine beşa C1'ê. Li ser neqebûlkirina guhertina qawişê daxwazname hat dayin û dema parêzer çûne girtîgehê jî ev yek bi îdareya girtîgehê re parve kiriye lê belê encam negirtine. Rêveberên girtîgehê nikarin li gor serê xwe tev bigerin ev vê yekê qebûl nakin." 
 
'Divê girtina Gonulê bê bidawîkirin'
 
Selmayê da zanîn Gonulê bi neheqî hatiye girtin û wiha bi dawî kir:"Ev rêbazeke cezakirinê ye. Hevala me ne bi tenê ye. Ji bo girtin bi dawî bibe serlêdanên hiqûqnasan didomin. Bi girtin û binçavkirinan ew ê nikaribin têkoşîna me ya azadiyê û sendîkal bi dawî bikin."