‘Em biryara cezayê Ayşe Gokkan nas nakin’

  • 13:48 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Di rûniştina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşe Gokkan û biryara berdewamiya girtinê da. Jinan bi daxuyaniyê bertek nîşanê biryare da û destnîşan kirin ku ew biryara cezayê nas nakin.
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ayşeyê, Berfin Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahin beşdarî rûniştinê bûn. Jinên femînîst ên azad, TJA, Komeleya Jinê ya Rosayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nuran Îmir ji bo piştgiriyê li eywanê bûn.  Dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê da Ayşeyê. Jinan bertek nîşanê biryarê dan û li ber dere edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
‘Ew ceza tola li hemberê sîyaseta kurd e’
 
Femînîst Hulya Osmanagaoglu der barê biryara de axivî û got: “Em ji vê birayarê re şaş neman. Jixwe daraza mêr ji dozên berê de jî bi helwesta xwe nîşan dabû. Ew ceza tola li hemberê siyaseta kurd e. Em di sala 5’emîn ya qeyûmê de ne, hevalên me bê bihiqûqî di girtîgehan de dimînin. Em li vir ne tenê temaşevan in. Em ji bo piştgiriya hevalên xwe li vir in. Ew di girtîgehan de têkoşîna xwe dikin. Em jî bi piştgiriya xwe ji dengê wan re dibin deng.”
 
‘Em biryare nas nakin’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku yên qala hiqûq û edaletê dikin tenê vala diaxivin û wiha axivî: “Me di danîşîna berê ya Ayşe Gokkanê de dîtibû ku helwesta dadgehê ya li hemberê parezêr û jinan çawa bû. Em dizanin ku şandeya mehkemeyê li ser navê kî biryaran dide. Di şexsê Ayşe Gokkan de tê hedefkirin ku têkoşîna jinan bê tepisandin û gavek paş de were avêtin. Lêbelê em wekî jinên kurd bi cezayên ku hûn ji qesran bidin re gavekê paş de navêjin. Em ê li dijî polîtîkayên we dê li ser piyan bin. Ew biryarên we nas nakin.”