Emîne û Ferît Şenyaşar: Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin

  • 12:37 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê ve ye li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê didomînin gotin:"Armanca hebûna dewletê ew e ku li dijî welatiyan adîl be."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, di roja 226’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ku 45 kîlometre dûrî navenda Rihayê ye hat ber Edliyeyê û li “Quncika Edaletê” dest bi çalakiya nobetê kir. 
 
'Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir: “Sedema hebûna dewletê ew e ku ji bo welatiyan bi dadmendî tev bigere. Cihe kesê ku li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk anî ne Parlamento ye. Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin. Bila bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin.” 
 
'Divê kes bêdeng nemîne'
 
Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re çalakiyê berdewam dike destnîşan kir ku têkoşîna wan a edaletê di bin zilmê de berdewam dike û li edliyê hiqûq tune ye û dozger û dadgerên bêdeng mane jî şirîkê sûc in. Ferît da zanîn ku tevî sê sal di ser komkujiyê de derbas bûn jî Meclîsê lêkolînek pêk neaniye û Wezîrê Dadê û erkdarên wê naxwaze dengê wan bibihîzin. Ferît xwest ku hiqûq û edalet bikeve dewrê û divê kes bêdeng nemîne.