Jin wê jiyanek bê asteng bi hev re ava bikin

  • 09:04 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Ji aliyê HDP’ê ve bi şîara ‘jiyanek bêasteng ya nû jin ava dikin’ komxebat pêk anîn. Fatoş Karavelîoglu û Hatîce Betul Çelebî, diyar kirin ku ev xebata ji bo astengdaran gelekî girîng e û wiha got: “Pirsgirêka astengdariyê bi giştî, bi paradîgmayek nû, bi avakirina çandek nû wê bê çareserkirin. Me jî wek jinan, ji bo avakirina vê çandê gavek avêt.”
 
Ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve di çarçoveya kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’  ‘komxebata jin û astengdariyê’ pêk hat. Komxebat bi şîara ‘jiyanek nû ya bê asteng jin ava dikin’ li Enqereyê li otelekê pêk hat. Fatoş Karavelîoglu û hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Ji bo li dayika xwe binêrim teqawît bûm’ 
 
Fatoş Karavelîoglu da zanîn ku ji Eskîşehîrê tevlî komxebatê bûye û teqawît e û wiha dirêjî dayê: “Ev 10 sal in ez li dayika xwe ya ji sedî 97 astengdar e dinêrim. Herî dawî neçar mam teqawît bibim. Ez mamoste bûm. Lênerîna nexweşan bi rastî pirsgirêkek mezin e.”
 
‘Bihayê kesên li nexweşan dinêrin pir zêde ye’
 
Fatoşê got li Tirkiyeyê der barê lênerîna nexweş û astengdaran de polîtîkayek berfireh tune û dewlet di vê mijarê de qels e û wiha pê de çû: “Di xizmetên lênerîna li malê de gelek qelsî hene. Pereyê alîkariya ji bo malbatan tê dayîn pir kêm e. Lê ev pere ji bo her kesî jî nayê dayîn. Krîter pir zêde ne û em van krîteran jî nikarin peyda bikin. Ji bo lênêrîna nexweşan kesên bi taybet vî karî dikin hene. Lê pereyê dixwazin gelek zêde ye. Ez dawiya hefteyê neçar im qursa dersên taybet bidim. Ji ber yên li nexwşan dinêrin ji ser dolar mûçe digirin. Ez ji bo kontrola dayika xwe neçar dimînin hemşîra bi pere bînim malê.” 
 
‘Divê feraseta dewleta civakî bê bicihkirin’
 
Fatoşê balkişand ser komxebata HDP’ê û got gelek watedar e, divê hîn bêtir bê berfirehkirin û wiha bi lêv kir: “Divê malên lênerîna nexweşan li her taxê  hebin. Divê hawirên tibê li wan deran hebin. Ji bo nexweşên astengdar divê dewlet nivînên bê pere bide. Feraseta dewleta civakî divê di vî alî de pêş bikeve. Her kes nikare kesên taybet bigirin ji bo lênerînê. Her wiha mirov nizanin ku tecrubeya wan heye an na. Gelo rast dikin an şaş. Dilê mirovan rehet nake. Gelo em mirovan terkî mirinê bikin. Niha dewletê di vê mijarê de hemû bar daye ser milê me. Rewşa jinan hîn bêtir giran e. Mirov nikarin ji malê derkevin, biçin cihekî. Jiyan bi sînor dimîne.”
 
‘Ji sedî 12’ê serjimarê welatiyên astengdar in’
 
Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî jî  got ji bo meha adara borî wek Komîsyona Astengdaran manîfestoyek amade kirine û di 10-16’ê Gulanê Hefteya Astengdaran de ev manîfesto dane nasîn û got: “Li gorî daneyên TUÎK’ê yên di 2012’an de aşkera kiriye ji sedî 12’ê serjimara me welatiyên astengdar in. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin. Me çiqas gelo çareser kirin? Pirsa din jî  ‘Me çima çareser nekirin?’Ev manîfesto jî ji bo tespît û çareseriyan hat amadekirin û ev di vê qadê de xebata yekem e. Ev xebat bi armanca bibe referans û hemû sazî, kes, partiyên siyasî, aktîvîst tê de cih bigirin hat  meşandin.”
 
‘Astengdarî ne nexweşî yan jî kêmasî ye’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de wiha got: “Bi modeleke em jê re dibêjin Tibbi bi salane pirsgirêka astengdariyê tê fêrkirin. Ev modela Tibî, astendariyê wek nexweşî, anormalî, xerabûn, kêmasî, deformasyon dibîne û wisa vedinasîne. Modela Tibî bi îdeolojiyan rewa dikin. Lê em dibêjin ku astendarî ne nexweşî yan jî kêmasî ye. Astengdar mixabin ji ber vê sifata welatîbûna wekhev bi dest naxin. Ji ber vê divê em li dijî vê têbikoşin.”
 
‘Ji bo avakirin çanda astengdariyek nû jinan gav avêt’
 
Hatîceyê di dawiya axaftina de wiha nirxandin kir: “Xebata HDP’ê girîng e. Ev pradîgma HDP’ê ji bo çareseriya pirsgirêkan e. Paradîgma nû ya HDP’ê modelek sosyo-polîtîk ya ji bo çareserya pirsgirêkan e. Ev paradîgma astengdariyê wek cudabûna beden vedinasîne. Dema mirov ji vir de dinêrin, giştî ye, jiyan giştîbûnê dihewîne û di pirsgirêka astengdariyê de bi giştî bi paradîgmayeke nû dikare çandeke nû ya astengdariyê ava bike. Me jî wek jinan ji bo vê gav avêt.”