'Êriş û îşkenceya li dijî îradeya jinê yên li Efrînê didomin'

  • 09:03 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Asmîn Hêlîn
 
ŞEHBA - Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed da zanîn ku li Efrînê derfetê jiyanê tune ye û wiha got:''Ji destpêka dewleta dagirker a tirk ketiye Efrînê heta niha bê navber binpêkirina mafan, kiryar, talan û revandina jinan dewam dikin. Bi guhertina demografîk, xwestina fîdyeyê ya ji bo kesên tên revandin, jêkirina darên zeytûnan tê xwestin îradeya mirovan bê şikandin." 
 
Piştî di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde aramî û ewlehiya li Efrînê bi dawî bûn û binpêkirina mafên mirovan bê navber didome. Ji ber jin kok û bingeha civakê ne herî zêde jî ew tên hedefgitin û bi çewisandina îradeya jinê tê xwestin îradeya civakê jî bê çewisandin. Li ser kiryarên ji destpêka dewleta tirk Efrîn kir bin kontrola xwe û heta niha Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed axivî.
 
'Êriş û îşkenceya li dijî îradeya jinê yên li Efrînê didomin'
 
Endama Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Nayele Mihemed diyar kir ku niha bûyerê li Efrînê tên qewimandin ji derveyî mirovahiyê ne û wiha pê de çû:''Ev demeke li Efrînê meclîsek herêmî hatiye avakirin. Li ser bangewaziya vê meclîsê gelê Efrînê vegeriyan Efrînê lê yek jî nikaribû derbasî gundê xwe bibin. Kesên xwestin derbasî gundê xwe bibin hatin revandin û heta niha hinek ji wan winda ne. Di nava kesên hatin revandin de jî piranî  jin hene. Ji ber armanca dagirkeran yek jî ew e ku jinê bê îrade bihêle loma jinan digirin û îşkenceyê li wan dikin. Dema Efrîn di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bû, jinê di her warî de xwe bi rêxistin kiribû. Lê piştî dagirkirina dewleta tirk û çeteyên wê  jin bi her awayî hat hedefgirtin. Heta niha her dem jin hatin revandin, destdirêjî û tecawiz li wan hatin kirin. Jin niha nikarin ji malê xwe derkevin. Ji wan jinan hinek jê Ferîde Mistefa Arîn, Solîn Berekat, Rojîn û Îmayet in. Ew hatine girtin û piştre ji wana fîdye hatiye xwestin. Niha li gor agahiyên me girtine gelê vegeriyaye Efrînê niha dîsa ji Efrînê derdike. Ji ber ku derfetê jiyanê ji bo wan tune ye. Êriş û îşkenceya li dijî îradeya jinê yên li Efrînê didomin.''
 
'Li Efrînê derfeta jiyanê tune ye'
 
Nayelê bi lêv kir ku komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê her roj bi hev dikevin û wiha domand:"Niha ji ber pereyên çeteyan kêm bûye her di nava pevçûnê de ne. Bi taybet jî çeteyên bi navê "El Hemzet" ên girêdayî dewleta tirk a dagirker û Sultan Murad bi hev dikevin. Rojane bûyerên qirêj û listîkan pêk tînin. Niha li Efrînê gelek bûyer tên kirin lê ev agahîna ji ber tên veşartin zêde mirov pê nahesin. Meha derbas bû ji bo vegera gel bang hatibû kirin lê belê eşkere bû ku ev lîstik e û heta niha derfetên jiyanê li Efrînê tune ye." 
 
'Dizî û talan li Efrînê dewam dikin'
 
Nayeleyê da zanîn dizî û talana li Efrînê dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li Efrînê her roj teqîn û pevçûn a di nava komên çeteyan de didomin. Talankirina mal û milkên şêniyên Efrînê didomin. Komên çeteyên ku niha li Efrînê dijîn mirovan direvînin û fîdyeyê ji wan digirin. Ji bo vê yekê em weke mafê mirovan ji hemû saziyên peywendîdar re dibêjin bila biçin Efrînê lêkolînê bikin. Bi taybet bangewaziya min ji bo rêxistinên mafê mirovan û komîteyên jinên cîhanê heye. Bila biçin li rewşa jinên li Efrînê bipirsin û li ser vê yekê lêkolînê bikin. Ji ber rewşa li Efrînê gelek bûyer tên veşartin û divê ev bên eşkerekirin."