Dayika ku kurê wê hişbirê bi kar tîne: Dozger ji min re got 'dev ji kurê xwe berde'

  • 09:01 20 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Gelek malbat ji zêdebûna bikaranîna hişbirê ya li navçeya Cizirê bi gazinc in û yek jî wan Selamet Tetîk e. Selamet ji bo kurê xwe yê ji hişbirê rizgar bike gelek têkoşîn daye û got: "Min serî li dozgeriyê da lê ji min re got 'Ji xwe ew zarok çûye, dev jê berde bihêle bila biçe'. Dewlet dixwaze ciwanên me bi hişbirê bikuje. Divê em dayik xwedî li zarokên xwe derkevin." 
 
Li gel polîtîkayên şer ên taybet, qeyrana aborî, betalî û xizanî bandorêke mezin li welatiyên herêmê dike. Bi taybetî jî ciwan bi bandor dibin. Ji kolanan heta navçeyan, ji navçeyan heta bajaran ciwan niha bi tora hişbirê re hatine hedef girtin. Yek jî wan cihan Cizîra Şirnexê ye. Demên dawiyê li navçeyê hejmara bikaranîna hişbir û firotina hişbirê zêde bûye. Selamet Tetîk li Cizîrê dijî û kurê wê hişbirê bikartîne. Selamet ji ajansa me re behsa rewşa xwe kir. 
 
'Bi zanebûn li herêmê hişbir tê pêşxistin'
 
Selamet, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora aborî û nêzîkatiya dewletê ya li hemberî herêmê û got: “Li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê zêde bûye. Mirov nikare êdî debara xwe bike. Her tişt gelek bihabûye. Tu kar nîne ku zarokên me bixebitin. Ji ber kar tuneye rewşa malbat û zarokan di hêla aborî de xirab e. Bi taybetî jî malbatên li herêmê bi bandor dibin. Ev tişt bi taybetî li herêmê bi bandore. Dewlet cuda nêzî herêmê dibe. Niha gelek ciwanên me hişbirê bikartînin. Berê herî zêde xort hişbirê bikardianîn lê niha jî hejmara jinên ciwan ên ku hişbirê bikartînin zêde bûne. Berê li vir tunebû, tenê metrepolên Tirkiyeyê hebû. Niha li Cizîr, Silopî, Hezex û Şirnexê gelek kes hişbirê bikartînin. Ev jî bi zanebûn li herêmê tê pêşxistin."
 
'Êdî hêza min nemaye...' 
 
Kurê Selametê jî hişbirê bikartîne. Selamet diyar kir ku dema kurê xwe dibîne kezaba wê dişewite û wiha axivî: "Kurê min ji bo xwe ji hişbirê dûrbixe gelek hewl da lê nekarî. Ji ber çend kesan ve îro li warê me hişbir zêde bûye. Niha gelek ciwanên me hem hişbirê bikartînin û hem jî difiroşin. Belê dewlet dizane kî hişbirê difroşe, lê tiştekî nakin. Çav û guhên xwe girtine. Her roj li kolananin, hişê wan ne li serê wan e û kesek tiştekî nake. Polîs ciwanên ku tiryakê bikartîne binçav dikin lê dîsa heman rojê serbest berdidin. Ger ku edalet û hiqûq hebûya dê ev tişt di nava bajarê me de tunebûya. Kesên berpirsiyar bihata girtin û cezakirin. Dewlet dixwaze ciwanên me di vî rewşê de bin. Malbat jî nikarin tu tiştî bikin. Ez bi xwe jî êdî nikarim tu tiştî bikim. Ez nikarim kurê xwe ji hişbirê dûr bixim, hêza min tuneye."
 
'Ji min re gotin dev ji kurê xwe berde'
 
Selamet, destnîşan kir ku divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Xwezî niha kurê min bihata girtin, ceza dayîn ji wî rewşê baştir e. Belkî wisa ji tiryakê dûr bikeve. Her wiha ez ê bizanim ku kurê min li ku ye. Ez bang li dayikan dikim ku bila xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê malbat bên cem hev bi hev re li dijî vê yekê têbikoşin. Her wiha min derbarê rewşa kurê de xwe de serî li dozgeriyê da lê dozger ji min re got 'Ji xwe ew zarok çûye, dev jê berde bihêle bila biçe’. Çawa dozgerek wisa dibêje ez ê çawa dev ji kurê xwe berdim. Piştre jî ji min re got 'Biçe xwedî li kurê xwe derkevi'. Heke cezayek bidin kurê min belkî dev jî hişbirê berde. Berê qet ev tişt li vir tunebû lê niha, ciwanên me di nav hişbirê de nin." 
 
'Dewlet bi hişbirê ciwanên me dikuje'
 
Selamet, bang li malbat û dayikan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Banga min ji dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Werin em bi hev re rabin li ser piyan. Li hember vî tiştî bêdeng nemînin. Dewlet dixwaze ciwanên me bi hişbirê bikuje."