Daxuyaniya NÇM'ê hat astengkirin

  • 16:28 19 Cotmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Navenda Çanda Mezopotamyayê li Mêrdînê qedexekirina pîrozbahiya salvegera 30’em a xwe protesto kir. Protestoya ku ji derve wê hatiba kirin bi hênceta qedexeya walî hat astengkirin.
 
Pîrozbahiya salvegera 30’emîn ya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Mêrdînê (NÇM) hatibû qedexekirin. NÇM a Mêrdînê xwest têkildarî  feraseta  li dijî çand û Hunera Kurdî li ber deriyê avahiya xwe a ku li navçeya Qoserê ye daxuyanîyê bide. Daxuyanî bi hinceta qedexeyên ‘Çalakiyan’ a Walî ve hat astengkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan daxuyaniya ku di hundirê avahiyê de pêk hat. Daxuyanî ji aliyê rêvebira komeleyê Sema Ozel Asî ve hat xwendin.
 
Semayê bal kişand ser qedexekirina pîrozbahiyên salvegera 30’emîn a NÇM’ê û got: “Hişmendiya ku li dijî kurdewarî û çanda kurdî ye bi awayek bê hiqûqî asteng kir. Ji bernameyê re çend saet mabûn ev qedexe hat ragihandin. Bi qedexeyan dijminatiya xwe ya li dijî ziman û çanda kurdî nîşan didin. Ev hişmendî li vir jî xwe nîşan dide. Di hemû xebatên me de bi maşîneyên zirxî dora avahiya me tê dorpêçkirin. Bi telefonên xwe yên şexsî wêneyên rêvebirên me beşdarvanên me û hunermendên me dikşînin. Bi vî rengî welatiyan û me ji tacîz dikin. Em vê hişmendiyê protesto dikin. Ji bo çand û zimanê kurdî jî em ê xebatên xwe bidin berdewamkirin.”