Hunermendên NÇM'ê yên Botanê qedexekirina konserê şermezar kirin

  • 15:54 19 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Hunermemdên NÇM'ê yên Botanê, qedexekirina konsera xwe ya ji bo salvegera 30'emîn a dê bi dirûşma “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk bianîna bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Şahiya konserê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku ji bo salvegera 30'emîn dê bi dirûşma “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk bihata ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Hunermendên NÇM'ê yên Botanê bi daxuyaniyekê qedexekirina konsera berbangê şermezar kirin. Daxuyanî li Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ya li navçeya Cizîra Şirnexê hat dayîn. Li ser navê hunermendên NÇM'ê daxuyanî Umut Botan da.
 
Umut, qedexe şermezar kir û wiha got:“Em wek hunermendên Botanê vê qedexeyê şermezar dikin. Dengê huner, muzîk û çanda kurdî ew ê bi tu awayî nikaribin qedexe bikin. Em ê bi her rê û rêbazê bixebitin. Em ê deng û awazên xwe bigihînin civaka xwe. Em ê ji bo çand, huner û zimanê xwe têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Bi tu astengiyan ew ê nikaribin gavê bi me paş ve bidin avêtin.”
 
Daxuyanî, bi strana “Zimanê Kurdî”  bi dawî bû.