Li Hemedanê jineke kurd hate qetilkirin

  • 11:30 19 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina kurd Leyla Şekîba ku xelkê Sine ye û li Hemedanê dima, ji aliyê zilamê pê re hatibû zewicandin ve hate qetilkirin.
 
Li bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê, jinek ji aliyê mêrekî ve hate kuştin. Jina Sineyî Leyla Şekîba (39) ku dayika 2 zarokan bû, ji aliyê kesê pê re hatibû zewicandin Behram Bextiyarî ve hate kuştin. Tê gotin ku di navbera her duyan de demek dirêj nakokî hebûye û Leyla Şekîba gelek caran bi şîdetê re rû bi rû maye.
 
Piştî bûyerê Bextiyar tê binçavkirin û niha jî di binçavan de ye. 
 
Li gorî daneyên çalakvanên mafê jinan, ji bihara îsal heya niha bi qetilkirina Leyla Şekîba ve dibe 18 bûyerên bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê qewimî ye.