Li Pasûrê 5 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû man

  • 09:56 19 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Berîtan Canozer
 
AMED - Li taxeke girêdayê Pasûrê, 5 zarokên ku diçûn qursa Kuranê bi êrişa zayendî ya meleyê bi navê Hamdusena C., ve rûbirû man. Li ser gilîkirina malbatan mele hat binçavkirin.
 
Li taxake girêdayê navçeya Pasur a Amedê, hat diyarkirin ku 5 zarokên ku diçûn qursa Kuranê bi êrişa zayendî ya meleyê bi navê Hamdusena C, ve rûbirû mane. Zarokan tiştên jiyan ji malbatên xwe re vegotine lê ji ber malbatan bawer nekir, piştî demekê ji mamosteyên xwe re dibêjin. Li ser vegotinên zarokan mamoste agahî da cendermeyan û piştî gilîkirinê mele hefteyek beriya niha hat binçavkirin. Her wiha mele hêj di binçavan de ye. 
 
Li aliyê din hat hînbûn ku ji bo malbat gilî nekin, cerdevan û keyayê gund tehdîd li malbatan kiriye.
 
‘Bedena wan reş û şîn bûye' 
 
Şahidekî ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku li heman gundî berê jî zarokek rastî tecawizê hatiye û ji aliyê cerdevanan ve serê bûyerê hatiye girtin û ev tişt vegot: “Di sala 2017 û 2018'an de zarokek bi êrişa zayendî yê cerdevanek ve rûbirû ma. Zarok ducanî ma û piştre dewletê zarok girt bin parastinê. Lê belê cerdevan nehat binçavkirin jî. Ser bûyerê girtin û bûyer jî hat ji bîrkirin. Niha jî dixwazin ser vê bûyerê bigirin, 5 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû maye. Keyayê gund û cerdevan li malbatan digerin û dibêjin ‘gilî nekin, şûnde bikşînin’. Dixwazin malbatan bitirsînin. Bedena zarokan reş û şîn bûye. Mele li zarokan şîdeta fîzîkî jî kiriye. Hemû zarok bûyer hem ji malbat û hem jî mamosteyên xwe re vegotiye.”
 
Hat hînbûn ku dozgeriyê ji bo îfadeya 5 zarokan bê girtin, gazî kiriye û di dema îfadeyê de pirsa ‘tacîz çiye’ ji zarokan pirsiye.
 
Her wiha Muttiyê Navçeyê bi keya û meleyên navçeyê re civîn li dar xist û got "Ev tişt gote gotin û xwedî li hevalê xwe derkevin." Her wiha zarokên ku dîmenê êrişa zayendî kêşandiyê radestî cendermeyan kirine.