‘Hinceta îşkenceyê giştînameya Wezareta Dadê ye'

  • 09:03 19 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Parêzerên Rihayê bal kişandin ser îşkenceya ku li Girtîgeha Rihayê pêk hatî û gotin: "Bi hinceta giştînameyê girtî hatine îşkencekirin û qawişên wan hatine guhertin. Li şûna girtiyên birîndar bên tedawîkirin derheqê wan de lêpirsin hatiye destpêkirin. Em ê derheqê îşkence û îhlalkirina mafa de serlêdana sûc bikin." 
 
Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî îşkence û muameleya nebaş a li girtiyên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T Jimara 2’yan dimînin hatiye kirin raporek amade kiribûn û di 14'ê cotmehê de ji raya giştî re parve kiribûn. Di raporê de wiha hatibû gotin: "Di 7’ê cotmehê de midurê 1’emîn û 2’yemîn ên girtîgehê, gelek gardiyan û cendirme (bi kask, baton, mertal) di saet derdora 9.30’an de bi ser qawîşên mêran de girtine, Saet di 15.30’an de jî bi ser qawîşa jinan de hatiye girtin. Hişyariya 'Ji ber giştînameyek/sepandinek li seranserê Tirkiyeyê, em ê qawîşên her kesî biguherînin, em ê di nav nîv saetê de qawîşên we biguherînin' kirine. Piştre bi îşkence û muameleya xerab girtî ji qawişan bi kaşkirinê hatine derxistin." Derbarê raporê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Nahîde Polat Aslan û parezêr Meral Halat ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Me bi tevahî 7 girtiyan re hevdîtin kir'
 
Nahîde Polat Aslan wiha bal kişand ser xwe gihandina agahiyan: "Girtî di 9’ê cotmehê de bi rêya telefonê malbatên xwe geriyan û malbat jî li ser vê yekê xwe gihandin me. Di heman rojê de em çûn girtîgehê û me dest bi hevdîtinan kir. Li gorî biryarnameya Wazereta Dadê bi gelemperî li Tirkiyeyê guhertina qawîşan pêk hatiye. Lê ew nivîs nîşanî girtiyên mêr nedane û tenê nîşanî girtiyên jin dane. Piştê vê yekê girtî bi dirûşmeyan bertek nîşanî helwestê dane. Li hemberî helwesta girtiyan, gardiyan êriş biriye ser girtiyan. Me bi tevahî 7 hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de me dît ku girtî lêdan xwarine û şopên lêdanê hêj li ser bedena wan girtiyan de hebûn. Girtiyek serê wî hatiye şikandin."
 
‘Derbarê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin' 
 
Nahîde, da zanîn ku li şûna ku girtiyên birîndar bên tedawî kirin derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: "Girtî ji ber helwesta rêveberiya girtîgehê  nameya giliyê nivisîndine lê nameyên wan nehatiye şandin. Girtiyê ku li korîdorê hatiye kaşkirin milê wî jê derketiye, her wiha girtiyên ku bi îşkenceyê re rûbirû mane bêyî rapor û tedawiyê carek din wan şandine qawişan. Her wiha ji girtiyên jin jî xwestine ku di nav 30 deqîqeyê de qawişan vala bikin. Girtî beyî tiştên xwe bigirin, şandin qawişek din."
 
‘Li dij rûmeta mirovatiyê êrişek pêk hatiye' 
 
Parezêr Meral Halat jî diyar kir ku êrîşên li ser girtiyan li dijî mafê jiyanê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi rêya malbatan agahişa îşkenceyê hat. Malbat serî li komeleya me da. Me şandeyek ava kir û ew şande çû girtîgehê, dest bi hevdîtinan kir. Di encama hevdîtinan de derket holê ku girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane. Her wiha nehiştine ku girtiyên nexweş dermanên xwe bigirin, êrîşek li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye kirin û ew êrîş bi tu şiklî nayê qebûl kirin.”
 
‘Muameleyeke bi kêfî ye’
 
Meral, destnîşan kir ku li girtîgehê tên muameleyeke kêyfî heye û wiha bi lêv kir: "Girtiyên ku daxwaza biryarnameya ku derbarê valakirina qawişan de hatî girtin bibînin bi êrîş û îşkenceyê re rûbirû mane. Ew muameleyek bi kêfî ye. Ligorî şertên fîzîkî yên Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T Jimara 2’yan hejmara girtiyan zêde ye. Her wiha di dema pandemiyê de ev tişt li girtîgehan pêk tê. Her ku diçe zextên li ser girtiyan zêde dibe. Girtî di girtina alavên tendurîstî û hîjyenê de jî pisgirêkan dijîn. Jixwe li girtîgehan tevdîrên ji bo pandemiyê nayê girtin, tevî van yekan bi ser qawişan de digirin."
 
'Em ê serdana sûc bikin'
 
Meral, destnîşan kir ku hevdîtinên ku bi girtiyan re hatine kirin nexistine bin qeydê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şandeya me bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk anî. Midûr jî belgenameya Wezareta Dadê ya ku ji bo girtîgehan hatî şandin kir hinceta êrişan. Her wiha li gorî gotina midûr tenê ling û destê wan hatiye girtin û ji qawişan hatine derxistin. Lê divê bê zanîn ku em parêzer dê şopdarê vê mijarê bibin. Niha gelek serdanên malbatan hene û em ê bi malbatan re hevdîtin pêk bînin. Em ê li hemberî cezayên dîsîplînê ya ku dane girtiyan jî di nav hewldanan de bin. Em ê derbarê kesên ku bûne sedema îşkence û îhlalkirina mafan serlêdana sûc bikin."