ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 19 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Rojnamevana Başûrê Kurdistanê Gulîstan Tara têkildarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û boykota gel wiha got:"Gel ji bo guherîna hikumetê di xwepêşandanan de berdêlên giran da. Lê di hilbijartinan de tê gotin ku ji sedî 41 dengdayin pêk hatiye. Ya rast jî ji sedî 21 dengdayin pêk hatiye. Ev boykotek mezin e û pêwîst e hemû hêzên ji derve û partiyên siyasî peyama gel baş bibînin. Divê partiyên siyasî ji gel re rexnedayîna xwe bide." DÎMEN HEYE
 
* Di çarçoveya Dersên Zayenda Civakî ya bi hewldana Off-unîversity de wê dersên ‘Wêjeya Kurd a Muebetiyê’ dest pê bikin. Di dersan de wê berhemên Rojbîn Perîşan, Nîbel Genç û Edîp Yalçinkaya bên destgirtin, wê girtibûna muebetê, bandora hundir a li derve bê nirxandin.DÎMEN HEYE
 
*Parêzerên Rihayê bal kişandin ser îşkenceya ku li Girtîgeha Rihayê pêk hatî û gotin: "Bi hinceta giştînameyê girtî hatine îşkencekirin û qawişên wan hatine guhertin. Li şûna girtiyên birîndar bên tedawîkirin derheqê wan de lêpirsin hatiye destpêkirin. Em ê derheqê îşkence û îhlalkirina mafa de serlêdana sûc bikin." 
 
*Li taxeke girêdayê Pasûrê, 5 zarokên ku diçûn qursa Kuranê bi êrişa zayendî ya meleyê bi navê Hamdusena C., ve rûbirû man. Li ser gilîkirina malbatan mele hat binçavkirin.
 
**NÇM wè tèkildarè qedexekirina pîrozbahiya salvegera xwe li ber deriyê avahiya xwe ya li Qoserê ye daxuyani bide. (14.30) BI DÎMEN